Li paytexta Yewnanista Atînayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevên biçîbûnê çalakiyek hate kirin.
ATÎNA – Li herêma Eksarhia ya Atînayê li parka Exarchion stand hate danîn, belavok hatin belavkirin û derdor ji tecrîd û grevên biçîbûnê hatin agahdarkirin. Li paytexta Yewnanista Atînayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevên biçîbûnê çalakiyek hate kirin. Çalakî ji milê Platforma Yekitiya Çalakiyan ya Yewnanista a Kurdistan û Tirkiye de pêk hat.
Li standa li qadê hate danîn, flamayên ku wêneyên Oacalan, alên PKK, KCK û HBDH hatin bilindkirin. Her wiha li qadê ji bo azadiya Ocalan a ku wê ji bo CPT’ê û Konseya Ewropayê bê şandin îmze hatin berhevkirin. Li gel belavokên tevahî rojê hatin belavkirin, sirûdên şoreşgerî hatin pêkirin û dirûşim hatin qîrkirin. Çalakî heta derengî şev berdewam kir.