Ji şevê din heta îro sibehê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de li hemû eniyên Baxozê rû didin. Çeteyan ku hewl dan bi êrîşên xwekujiyê pêşveçûyîna şervanan asteng bikin, negihîştin armancên xwe.
DÊRAZOR – Ji şevê din saet 18:00 heta saet 22:00 şerên pir dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Hate ragihandin ku şer heta vê sibê dewam kir û gelek çete hatin kuştin.
Servanên QSD’ê depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê teqandin û ji duh ve agir û dûman ji nava gund radibe.
2 çeteyan hewl dan xwe di nava noqteyên şervanan de biteqînin, lê negihîştin armancên xwe û her du çete hatin kuştin.
Şervanan QSD’ê dorpêça li ser çeteyan di gundê Baxozê teng kirin. Ji ber çandina mayînan a zêde, şervanên QSD’ê bi baldarî bi pêşve diçin.