HPG’ê nasnameya gerîlayên li Botan û Amanosê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, “Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên hêja yên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”
BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya gerîlayên par şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Sîstema faşîst a AKP-MHP’ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike. Lê belê li dijî mêtîngeriya ku dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî şer dikin, li qada Kurdistan û Tirkiyeyê asteke girîng a têkoşînê afirandine û êrîşên dijmin têk birine. Di nava vê têkoşînê de hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend di Adara 2018’an de li herêmên Botan û Amanosê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bi şiyara ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn û têkoşîneke mezin meşandin. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust, her tim hewl dan li ser xeta Rêbertî bi rengekî rast bimeşin. Hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend ku neferên leheng ên gelê me ne û li refên herî pêş li dijî dijmin şer kirin, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û ji hevrêyên xwe re bibin mînak.
Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku wan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin.”
NASNAMEYA ŞEHÎDAN
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Diyar Gabar Nav û paşnav: Mahsum İlhan Cihê dayikbûnê: Şırnak Navê dayik û bav: Fatım – Musa Cih û dîroka şahadetê: 17 Mart 2018 / Gabar |
Nasnav: Ruhat Cudi Nav û paşnav: Enes Çabek Cihê dayikbûnê: Muş Navê dayik û bav: Melek – Mehmet Cih û dîroka şahadetê: 17 Mart 2018 / Gabar |
Nasnav: Derweş Agit Nav û paşnav: Kasım Hüseyin Cihê dayikbûnê: Kobani Navê dayik û bav: Kelime – Mustafa Cih û dîroka şahadetê: 27 Mart 2018 / Amanos |
Nasnav: Ferhat Siirt Nav û paşnav: Necmettin Kutum Cihê dayikbûnê: Siirt Navê dayik û bav: Saadet – Şükrü Cih û dîroka şahadetê: 27 Mart 2018 / Amanos |
Nasnav: Haki Tekoşer Nav û paşnav: Süleyman Kılıç Cihê dayikbûnê: Antep Navê dayik û bav: Fatma – Mehmer Cih û dîroka şahadetê: 27 Mart 2018 / Amanos |
Nasnav: Siyabend Serhat Nav û paşnav: Tanju Demir Cihê dayikbûnê: Ağrı Navê dayik û bav: Aliye – Cezmi Cih û dîroka şahadetê: 27 Mart 2018 / Amanos |