Li Stenbol û Gimgimê gelek welatî hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên gelek navçeyên Stenbolê, 9 kes hatin binçavkirin. Li Navçeya Gimgimê ya Mûşê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û 9 kesan binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
STENBOL
Hat diyar kirin ku li Stenbolê, di serdegirtinên malan ên gelek navçeyan de 9 kes hatin binçavkirin û derbarê 2 kesan de jî biryara lêgerînê heye. 9 kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Vatan a Stenbolê tên girtin.
GIMGIMÊ
Li Navçeya Gimgimê ya Mûşê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan kelûpelan belav kirin. Piştî lêgerînê polîsan, Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Şerafettîn Ozturk jî di nav de 9 kes binçav kir. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her 9 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Gimgimê.
Navê binçavkiriyan wiha ye: Şerafetîn Ozturk, Îsmîal Ozturk, Mehmet Ertaş, Volkan Çetîn, Servet Bîngol û Kasim, Şehmuz, Cesûr û Şakir ên paşnavê wan nehat zanîn.