Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 124’emîn de ye. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 86’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 111’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 85’emîn de berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124’emîn de didome. Guven, dema di 8’ê Mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven tahliye kirin. Guven li malê çalakiya xwe berdewam dike. Guven 124 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide.
GIRTÎ 86 ROJIN DI GREVÊ DE NE
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11’an de berdewam dike.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP’ê ketin grevê û hatin binçavkirin, 5 rojan di bin çavan de çalakiya xwe berdewam kirin. 5 endamên HDP’ê piştî di 7’ê Adarê de hatin berdan ligel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag li avahiya HDP’ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Di şeva 8’ê Adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de girtin û binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de berdewam dikin.
SEDAT AKIN DI ROJA 55’AN DE LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKE
Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 55’emîn de berdewam dike.
Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 56’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.