Li Şengalê di çarçoveya dewreya şehîd Çekdar 25 ciwanên Êzidî di Asayîşa Êzîdxan de mezûn bûn.
ŞENGAL – Di çarçoveya dewreya şehîd Çekdar li Şengal 25 ciwanên Êzidî di Asayîşa Êzîdxan de mezûn bûn. Ciwanên Êzidî di çarçoveya felsefeya Rêberên Gelan Abudllah Ocalan perwerdeya bîrdozî û leşkerî ditîn û di dewreyê de mezûn bûn.
Di girtina dewreyê de bepirsyarê Asayîşa Êzîdxan şerzat Şemo axivî û got, “Ger ciwanên Êzidî beriya fermanê hêza xwe ya cewherî ava bikira, ew ê encamê fermanê cuda ba. Lê em îro dibîn ku ciwanên Êzîdxanê li Dêra Zorê bi sedan Êzidî ji taritiyê xelas dike û derbeyên kuştinê li DAIŞ’ê dide. Êdî civaka Êzidî ne bê parastin e. Ciwanên Êzidî îro ref bi ref tevlî hêzên parastina Êzîdxan dibe û ew ê gelê xwe hemberî hemû êrîşan heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêze.”
25 ciwanên ku mezûn bûn, dor bi dor soza xwe li ser esasê bîrdoziya Rêberên Gelan Abdullah Ocalan dan. Girtina dewreyê bi torena leşkerî û avetina slogana bi dawî bû.