Şervanên QSD’ê derbasî gundê Baxozê bûn û niha di nav gund de şerê sing bi sing di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de rû dide.
DÊRAZOR – Qonaxa dawî ya “Şerê Tinekirina Terorê” li Baxozê bi dijwarî didome. Ji herêmê tê ragihand ku şervanên QSD’ê derbasî nuqteyên çeteyan bûn û êdî şerê sing bi sing destpê kiriye. Di wan kêliyan de şerekî dijwar yê sing bi sing di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de rû daye. Heman demê de balafirên şer jî nuqteyên çeteyan bombebaran dikin.