Ajansa me ahenga 8’ê Adarê li Binarê Qendîlê şopand û hestên endamên Jinên Gencanî Têkoşer derbarê 8’ê Adarê û berxwedanên grevên birçîbûnê girt.
QENDÎL – Li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna bi sedan jin û jinên ciwan û bi bernameyeke dewlemend 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya Binarê Qendîlê de peyama KJK’ê, RJAK û çalakvana greva birçîbûnê Fadîle Tok hatin xwendin, hunermend û kom hunerê awazên xwe pêşkêş kirin.
Ajansa me hestên endamên Jinên Gencanî Têkoşer derbarê pîrozbahiya 8’ê Adarê û Berxwedana çalakiyên grevên biçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven destpê kiribû girt.
Endama Jinên Gencanî Têkoşer Dîrok Musa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê di destpêkê de li çalakvana greva birçîbûnê Leyla Guven û li tevahî jinên cihanê pîroz dikim. Bi wesileya 8’ê Adarê divê jin li hemberî tundiyê bê deng nemine û yekgirtiya xwe ava bikin.”
LI DIJÎ HIŞMENDIYA BAVIKSALAR XWE BIRÊXISTIN BIKIN
Endamek din ya Jinên Gencanî Têkoşer Şagul Mihemed 8’ê Adarê li Leyla Guven û hemû jinan pîroz kir û got: “Divê jin li hemberî hişmendiya baviksalarî xwe birêxistin bikin û yekgirtiya xwe li dijî tundiya li ser jinê ava bikin. Divê em li hemberî tundiyê bê deng nemînin û helwesta xwe raber bikin.”
JINÊN CIWAN PÊWÎSTE LI BERXWEDANA LEYLA GUVEN XWEDÎ DERKEVIN
Endama Jinên Gencanî Têkoşer ya bi navê Dicle Musa jî 8’ê Adarê pîroz kir û got: “Qendil derguşa berxwedan û şoreşê ye. Divê hemû jin û jinên ciwan li Başûr û tevahî cihanê piştgirî bide çalakiya Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê. Divê em li berxwedanên hemû çalakiyên grevên birçîbûnê xwedî derkevin.”
Ahenga 8’ê Adarê bi gerandina govendê û bi coşeke mezin bi dawî bû.
NC / KARZAN QADR