Îro ji bo rewşa lezgîn ya çalakvanan û bi taybet ji bo Leyla Guven li bajarê berxwedanê Kantona Kobanê seferberî hate ragihandin.
KOBANÊ – Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 125’an de didome. Her wiha li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û di gelek cihan de berxwedana çalakvanan didome. Rewşa çalakvanan her diçe xetertir dibe û gihiştiye qonaxekî pir kritik.
Bi vê wesileyê Ciwanên Kurd, Gelê Kurd û dostên wan di nav çalakiyan de ne. Îro ji bo rewşa lezgîn ya çalakvanan û bi taybet ji bo Leyla Guven li bajarê berxwedanê Kantona Kobanê seferberî hate ragihandin. Gelê Kobanê hemû dikanên xwe girtin û jiyan dan sekinandin. Dîsa bi heman sedemê bi şiyara “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” û “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistan azad bike” ve sazî û Gelê Kurd meşekî girseyî li dar xistin. Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî beşdarê meşê bûn.
Gelê Kobanê di seat 10:00 şunve li Qada jin kom bûn. Meş ji Qada Jina Azad ya Kobanê destpêkir. Di meşê de panqarta Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate rakirin. Dirûşmên “Bijî Berxwedana Leyla”, “Bijî Berxwedana zindanan” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate berzkirin. Meşa ku di Qada Şehîd Egîd de dawî bû weguherî mîtingekî. Li vir axaftin li ser berxwedana Leyla Guven hate kirin û şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo hate bîranîn.