Ciwanên Şengalê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê li Şengalê tunovaya fûtbolê bi 9 timan da destpê kirin.
ŞENGAL – Komîteya Werzişê ya Ciwanên Şengalê bi navê şehîd Mahîr Teyawî ji bo kesên ku di serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dane, îro li Şengalê ji bo bîranîna wan turnovaya fûtbolê da destpê kirin. Turnovaya Ciwanên Şengalê bi yek deqê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.
Di vê turnovaya fûtbolê de bi giştî 9 timên fûtbolê cihe xwe digrin. Timên ji gundê Zeko, Meçolî, Hesawik, Bircarî, Birqasim, Salim û 2 timên ji focên eskerî ya herêmê (Foca şehid Agir û şehîd Amed) tevlî vê turnovayê bûn. Lîstoka yekemîn îro timên gundê Zeko û Birqasim li stada gundê Meçoli listin. Di encama lîstokê de tima gundê Zeko bi 6:3 biserket.
Beriya turnovaya fûtbolê destpê bike, daxuyaniyek bi wesileya rojê ji aliyê Îbrahîm Suleyman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de qetliama 12’ê Adarê li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin. Polîtîkayên tunekirina nasname, çand û hunera Kurdan jî bi tundî hate şermezarkirin.
Lîstokên din wê di rojên pêş de werin listin. Di encama wê turnovayê wê timên serkeftî madalya, tas, gog û cilê fûtbolê wek diyarî bistînin. Tima herî serkeftî wê cihe xwe di turnovaya herêmê ya giştî de bigre.
Welatiyên herêmê jî maca yekemîn bi kelecan şopandin û eleqadarbûnek mezin nîşandan.