Li Atîna ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek ji milê Yekitiya Çalakiyan ya Yewnanistanê hate organize kirin.
ATÎNA – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê Kurdistanî û dostên wan di pêşengtiya ciwanan daketin qadê û meşek lidarxistin. Meş ji milê Yekitiya Çalakiyan ya Yewnanistanê hate organize kirin.
Meş li kolana Syntgma bi gotina strana çerxa şoreşê destpê kir. Her wiha derbarê armanca çalakiyê de bi zimanê yewnanî belavok hate xwendin. Piştre li ser navê Navenda Çanda Kurdistan Metin Bingol axivî û got: “Em şehîdên berxwedana rêveberiyên xweser di serî de komutan Çiyager bi rêzdarî bibîrtînin û soza bilindkirina têkoşînê didin. Heta Rêber APO azad nebe, gelê me ji qadan naçin, û ew ê hertim nava çalakiyan de bin. Em ê li berxwedana çalakvanên grevên birçîbûnê xwedî derkevin û bibin dengê wan.”
Çalakî piştî meşê bi avêtina slogana bi dawî bû.