Li Mêrdîn Ciwanên HDP’yî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê daketin qadan.
MÊRDÎN – Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê daketin qadan.
Ciwanan li kolana Mêrdînê ya Saraçoglu dest bi çalakiya xwe kir û sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Leyla Guven rumeta me ye” qîr kirin.