Abdulazîz Buteflika piştê ku ji nexweşxaneyê vegeriya li ser serhildana gel namzetiya xwe paş ve kişand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Abdulazîz Buteflika, ji bo hilbijartinên 18’ê Nîsanê careke din bibû namzet. Buteflika ku ji ber xwîn rijiyabû ser mejiyê wî demeke dirêj derneket pêşberî raya giştî, hîn jî li Swîsreyê li nexweşxaneyekê de bû. Piştê ku ji nexweşxaneyê vegeriya li ser serhildana gel namzetiya xwe paş ve kişand.
1’ê Adarê bi sed hezaran kes daketibûn qadan. Tevî ku ji sala 2001’ê û vir ve li paytextê meş hatiye qedexekirin, gel daketibû qadan.
Belê Niha çi bibe?
Dihat payîn ku hilbijartin di 18 Nîsanê de were kirin. Lê pişt3e ku namzetiya xwe kişand hilbijartin hate talokkirin û çigav were kirin ne diyar e.
Her wiha hate ragihandin wê kabîneyekî revîzyonê were ava kirin û meqazanonekî nû bi referandumê were li dar xistin.
Piştê hilbijartinê jî heya dawîya 2019’an wê ji bo reforma siyasî û meqazanonê Konferansekî Netewî were li dar xistin.