Berxwedana Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 126’emîn de didome.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 126’emîn de ye. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 88’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 113’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 87’emîn de berdewam dike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 126’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 113 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 87 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 88 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 12’an de berdewam dike.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Di şeva 8’ê Adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de girtin û binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de berdewam dikin.
SEDAT AKIN DI ROJA 57’AN DE LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKE
Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 57’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 58’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.