Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi hêcetek sosret a “rojname çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike” nedan girtiyan. Hêcata nedana rojnameyê ya li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê tê îdakirin ku Wezareta Dadê giştînameyek ji girtîgehan re şandiye û ferman daye ku rojname nedin girtiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî girtiyên ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û didome. Rojnameya Yenî Yaşamê ku her roj dengê daxwaza girtiyan radigihîne nadin girtiyan. Di rojên derbasî de jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji rêveberiya girtîgehê Yenî Yaşamê daxwaz kirin. Girtîgehê bi hêcetek sosret a “rojname çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike” nedan girtiyan. Hêcata nedana rojnameyê ya li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê tê îdakirin ku Wezareta Dadê giştînameyek ji girtîgehan re şandiye û ferman daye ku rojname nedin girtiyan. Ev giştînameya tê îdakirin nîşanî girtiyan nedan û hat diyarkirin ku tu tebligat jî ji rojnameyê re nehatiye şandin.
Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç da zanîn ku ev giştînameya bûye mijar ne ji muxatabê wê û ne jî ji wan re wek teblîgat neşandine û vê ya wek “Sansûr”ek nirxand û got hejmarê ku derneketine jî hatiye qedexekirin.