Navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê ku serê sibehê ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn girtin, di encama hevdîtinan de, careke din hatin vekirin.
SİLÊMANİYE- Ekîbên Asayîşa Silêmaniyê serê vê sibehê bi ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de girtibûn. Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye hemû kesên li herdu navendan derxistibûn û deriyên wan kifle kiribûn.
Piştî girtina navendan, rêveberên Tevgera Azadî û RJAK bi rayedarên asayîş û Parêzgeha Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn.
Di encama hevdîtinan de, qifleyên li ser deriyên herdu navendan hatin rakirin û navend ji nû ve hatin vekirin.