Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan, serdana greva birçîbûnê ya parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç kir.
AMED –Çalakiya Greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 126’an de didome. Keça Guven Sabîha Temîzkan, serdana greva birçîbûnê ya parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç kir.
“Baweriya wê ya ku hûn serbikevin pir zêde ye”
Leyla Guven, çalakiya HDP’yan silav kir û ji wan re şekir şand. Temîzkan diyar kir ku dayika wê Leyla Guven pir bi morale û got: “Li ser milê wê de berpirsiyariyek mezin heye. Ji bo hevalên wê ya Hewlêr, Galler û Zindanan metirsiyên wê heye. Lê baweriya wê ya ku hûn serbikevin pir zêde ye”
Parlementerên HDP’ê jî di derheqa tendurîstiya Leyla Guven de agahî girtin.