Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê Kîmarê bi cih bûne, gundê Ziyara yê navçeya Şêrawê topbaran dikin.
EFRÎN – Li gor nûçeya ANHA’yê di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê Kîmarê bi cih bûne, gundê Ziyara yê navçeya Şêrawê topbaran dikin.
Hate diyarkirin ku topbaran bi awayekî dem bi dem tê kirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Marî îro di saetên sibê de gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê topbaran kir.
Li gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi hezaran şêniyên Efrînê û ji tevahî herêmên Sûriyê ku ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane ji Efrîn derketine, hene.