Di vê têkoşîna berxwedanê de em 12 hevrêyên xwe yên li dem û cihê cuda şehîd bûbûn, birêzdarî û minet bibîr tînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên di dîrok û cihên cuda yên Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşker kir.
YPG’ê ev agahî da:
“Dewlet Tirk a faşîst, xwestiye nirxên şoreşê yên di encama berxwedana mezin a mil bi milê gelê hermê û gelê Kurd ên li ser van axa bi Şoreşa Rojava re hatî bidest xistin e. Dewleta Tirk a bi polîtîkayên xwe yên qirker li herêmê berfireh kiriye û bi topyekûn di nava êrîşan de cih girtiye, bi taybet bi rêya komên çete, xwestine vê bidest bixin. Di serê sala 2018’an de bi karanîna hemû derfetên xwe bi êrîşeke topyekûn berê xwe dabû Efrînê.
Li dijî van êrîşên topyekûn gelê me jî berxwedaneke topyekûn raber kir. Şervanên me yên di Berxwedana Serdemê de li dijî dijmin bi ruhekî fedayî şer kirin, têkoşîneke mezin kirin, ji bo parastina nirxên ku dijmin dixwazin tine bikin, heta nefesa dawî şer kirin. Di vê têkoşîna berxwedanê de em 12 hevrêyên xwe yên li dem û cihê cuda şehîd bûbûn, birêzdarî û minet bibîr tînin.
Di serî de 12 hevrêyên me û yên di berxwedanên li cih û demên cuda yên Rojava û Kurdistanê cih girtin, di şerê berxwedana Serdemê ya Efrîn a xwedî berxwedaneke gîrîng a di têkoşîna azadiyê de xwedî wate ye, li gorî ruhê demê bûne xwedî sekin. Di vê şerê berxwedanê ya me ya fedekarî, ked û ruhê fedayîtiyê gihaye lûtkeyê, li dijî dijmin di rêzên pêş de cihê xwe girtine.”
Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Agîr Şevger
Nasnav: Efecan Yaman
Navê Dayikê: Haspîke
Navê Bav: Saîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Cîndîrêsê / Gundê Kefer Sefrê / 10’ê Adara 2018
***
Nasnav: Azad Mêrdîn
Nasnav: Vedat İdem
Navê Dayikê: Fîkrîye
Navê Bav: Macît
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Bîlbîlê / Gundê Şêxorzê / 25’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Cîwan Qîbar
Nasnav: Cîwan Reş
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Seîd
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Gundê Qîtmê / 4’ê Adara 2018
***
Nasnav: Çeleng Yemîn
Nasnav: Reşîd Reşo
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Raco / Gundê Hêkîçê / 20’ê Sibata 2018
**
Nasnav: Çîyager Rêdar
Nasnav: Aslan Kanar
Navê Dayikê: Turkan
Navê Bav: Ramazan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / 15’ê Adara 2018
***
Nasnav: Dîlxwaz Çîyager
Nasnav: Serhed Uzer
Navê Dayikê: Avnîye
Navê Bav: Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Bîlbîlê / 5’ê Adara 2018
***
Nasnav: Fedakar Botan
Nasnav: Agît Ozbey
Navê Dayikê: Gulundan
Navê Bav: Şakîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Raco / Gundê Edema / 22’yê Çileya 2018
***
Nasnav: Rojhat Heleb
Nasnav: Mîhemed Dawîd
Navê Dayikê: Fîkret
Navê Bav: Selah
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Raco / Gundê Qasîm / 5’ê Adara 2018
***
Nasnav: Tekoşîn Azad
Nasnav: Nûrşan Mîhemed
Navê Dayikê: Awaş
Navê Bav: Nûrî
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Şera / Gundê Xîrabê Şera / 4’ê Adara 2018
***
Nasnav: Tolhîldan Agîrî
Nasnav: Dogûkan Kaya
Navê Dayikê: Gulcan
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Cîndîrêsê / 25’ê Çileya 2018
**
Nasnav: Tolhîldan Şîno
Nasnav: Resûl Mamelî
Navê Dayikê: Zara
Navê Bav: Mîhemed
Cihê Jidayikbûnê: Şîno / Dogû Kurdîstan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Raco / 7’ê Adara 2018
***
Nasnav: Welat Can
Nasnav: Mîhemed Qasîm
Navê Dayikê: Elîf
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Haleb
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Efrîn / Şera / Gundê Çema / 3’yê Adara 2018