“Yên ku dewleta Tirk birêve dibin zilamên herî ecayîb ên cîhanê ne. Ew bi xwe dîroka xwe diderewînin. Kar û barê van zilaman derewkirina ji gel re ye. Ez li aqilê yên ku van zilaman wekî siyasetmedar dibînin diheyirim. Nexwe gotina “ Ew kî ye ku dê min zincîr bike, ez diheyirim” tê wateya tenê rêvebirên Tirk “Tirkan zincîr dikin”.
Ev demeke ku Erdogan û Bahçeli di ser bacan, îsot û pîvazan re zirtên netewîtî û welatparêziyê dikin. Yên welatparêz ber bi firotina tenzîmkirî, yên xayin ber bi dikan û marketan ve! Van her du zilaman yên ku dibêjin “ Ez bacanê, îsotê, pîvazê bi erzanî dixwazim” xayin îlan kirin. kesên ku dibêjin li welat her tişt bihagira e bi parçekerî û terorîstî îtham kirin. Şîfreya ev gotar li xwe bar dike an jî tiştê ku dixwaze vebêje, karê yên di nav Tirkan de rêvebiriyê dikin, ji milet re dîtina nan, dîtina kar û afirandina derfetên xweyîkirinê nîne. Hînkirina bi her cure feqîrî û birçîtîyê ye. ev pey tê wateya di nav Tirkan de kî miletê wekî “heywanan” biajo ew rêvebirê herî başe jî. Ez van her du faşîstan ji ber ku vê heqaretê li gelê Tirk dikin şermezar û naletî dikim.
Erdogan û Bahçeli li sedemên xela û bihagiraniya jiyanê mukir hatin; Şerê ku li dijî Kurdan dimeşînin. Nexwe kûrahiya krîza aborî ya li Turkiyê ji kêmberiya axa welat, ji zexeliya miletê, ya jî ji operasyonên ekonomîk yên hêzên derveyî ku tu carî ji bilêvkirina wan aciz nabe, pêş nayê. Ji “rêvebirina şivanî” û ji ber ji bo tunekirina Kurdan ji qirika miletên birînê pêş tê. Vê demê em dikarin pir bi hêsanî bibêjin ku di nav Tirkan de rêvebirê herî baş ne yê ku xweyî û têr dike, dide jiyin, yê ku dikuje ye. Van her du karbidestên faşîst bi şexsê xwe gotin ku di nav Tirkan de rêvebirê herî baş yê ku rêbazên kuştinê herî zêde pêşxistî ne. Li gor vî aqilî Tirkê welatparêz yê ku bi emrê zilamê ku wî birçî dihêle û bêfikare dikuje dike. Yan jî Tirk ji ber ku rêvebirên wan mêran dikujin, gelan qetil dikin, dibin miletekî wisa ku ji aliyê rêvebirên xwe ve feqîr têne hiştin. Yanî tarza yekî ku di nav Tirkan de bibêje ez rêvebirim, ewilî birçî hiştin û dawiyê jî ji bo dest dayne ser malê miletê wan berdana meydanê ye. ev xerabiyeke herî mezin e ku dikare bi miletekî were kirin. Di eslê xwe de em bi rastiyeke ku divê gelekî li ser were axaftinê re rûbirû ne. Ji ber ku di nav Tirkan de pirsgirêka entellekulan heye ya rastî ji ber ku hemû entellektuel dişibin van her du zilaman, her cure xerabî bi miletê feqîrê Tirk di navê netewîtî, Tirkîtî, welatparêziyê tê daqurtandin. Dema em vana hemûyan difikirin em çêtir fahm dikin ku çima yên ne Tirk in, yên Tirk li ser navê Tirkîtiyê birêve dibin. Tiştê ku yên ne Tirk in jê re dibêjin Tirkîtî nexweşiyek e. Tu têkîliya mêr û jinên ji vî celebî di rastiyê de bi dîrok û çanda Tirk û Tirkîtîyê re tune ye. Evana dijminên Tirkan yên ku Tirkîtîyê û dîroka Gelê Tirkmen û nirxên wê ji bo qesr û seltenata xwe bi kar tînin.
Ev çend hefteye ku Erdogan û Bahçeli di ser bacan, îsot û pîvazan re propaxandayê dikin. Ev zilam ewqasî bêrû û derewkar in ku jiyana bi derd û pirsgirêkên ku ew bi şexsê xwe bûne sedem jî dikarin wekî welatparêziyê bifiroşin miletê.
Ev halê ecayib bi ya rastî trajîkomîk qalîte, asta rewşenbîr û siyasetmedarên Tirk jî dide dest. Wekî gel jî asta hişmendî û polîtîk ku Tirk têde ne . Trajediyeke bi vî rengî di bin navê welatparêziyê li tu qoziyeke cîhanê ya dîtir nayê dîtin. Di vira de pirsgirêka bingehîn ji gotara van her du faşîstan bêtir, çima Tirkên ku dibêjin em muxalîfên vana ne, vê yekê ji bo tengezarkirina van her du faşîstan bi kar naynin.”