Li Erzirom û Mêrsînê operasyonên qirkirinên siyasî didomin, gelek ciwan hatin binçav kirin.
ERZİROM/MÊRSÎN- Polîsên Tirk li Mêrsînê danê vê sibê bi hevdemî bi ser gelek malan de girt. Di vê serdegirtinê de ku bi fermana Serdozgeriya Mêrsînê pêk hat amûrên dijîtal ên li hatin desteserkirin.
Di van serdegirtinan de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Murat Sekvan û Tuba Salman û endamên meclîsa ciwanan a HDP’ê ya Mêrsînê Rojda Salman, Diyar Turgut, Vedat Turgut, Hizbullah Ekinci û gelek kesên navê wan nehatî fêrbûn hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku ciwanên hatin destgîrkirin, li navenda polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.
LI TATOSÊ JÎ SERDEGIRTINÊN MALAN
Li navçeya Tatos a Erziromê polîsên Tirk di ser gelek malan de girt. Di serdegirtina mala hevşardarê HDP’yê yê Tatosê Muzahît Karakuş de, xebatkara HDP’ê Mehtap Demirkaya û Abdulhadin Eser hatin destgîrkirin.