Piştî hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de, Tirkiye hewl dide hebûna El-Qaîdeyê li Idlibê rewa bike. Li gorî agahiyan îro wê fermandarên artêşa dewleta Tirk û yên Heyet Tehrîr El-Şam dê li Hatayê ya Tirkiyê li hev bicivin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi guhertinên bingehîn ên hevpeymanên Tirkiye û Rûsyayê, Tirkiyê hewl dide hebûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra ya berê) li parêzgeha Idlibê, rewa bike. Tirkiyê dixwaze bi rêya Ceyş El-Wetenî ya ku ji aliyê wê ve hatiye avakirin, Heyet Tehrîr El-Şam rewa bike.
Çavkaniyekî ji hundirê Idlibê ragihand ku îro seat di 14:00’an de civînek di navbera fermandarên Tirkiyê û fermandarên çeteyên Ceyş El-Wetenî li aliyekî û fermandarên ji Heyet Tehrîr El-Şam li aliyekî din, li bajarê Hatay ê Tirkiyê tê lidarxistin.
Çavkanî diyar kir ku çeteyên artêşa Ceyş El-Wetenî ku li aliyê Tirkiyê hatiye avakirin, tevlêbûna Heyet Tehrîr El-Şam bi wan re red dike, piştî ku Tehrîr El-Şam bi sedan çeteyên wan li Idlibê kuştin û Heyet Tehrîr El-Şam hemû bejahiya rojavayê Helebê û piraniya parêzgeha Idlibê kontrol kir.
Ev pêngava Tirkiyê piştî hevpeymana ku di navbera wan û Rûsyayê de pêk hat û bombebarandina herêmên li rojhilatê rêya navneteweyî ya Heleb, Laziqiyê û Şamê.
Tirkiye her tim hewl dide li Idlibê hebûna El-Qaîdeyê bi rêya guhertina navê wê ji Cebhet El-Nusra, paşê Cebhe Feth El-Şam û paşê navê xwe yê niha Heyet Tehrîr El-Şam rewa bike.