Hikumeta AKP’ê, li bajarên Kurdistanê bi taybetî bajarên ku bûne şahidê berxwedanên xwerêvebirinê, pêşxistina rêbazên bêesilkirina ciwanan û firotina madeyên kêfdêr û bikaranîna wan bi zêdekirinî berdewam dike.
ŞIRNEX – Dewleta tc’yê li Kurdistanê li dijî ciwanan lez da faaliyetên fuhûş û madeyên kêfdêr. Hat elimandin ku ji meha Sibatê û vir ve di tarîxên ciyawaz de hin komên biyanî ber bi Navenda Şirnexê ve hatine şandin.
Hikumeta AKP’ê, li bajarên Kurdistanê bi taybetî bajarên ku bûne şahidê berxwedanên xwerêvebirinê, pêşxistina rêbazên bêesilkirina ciwanan û firotina madeyên kêfdêr û bikaranîna wan bi zêdekirinî berdewam dike. Li gor agahiyên ku hatine stendin li bajarên Kurdistanê bi şandina hin komên ji rajerên biyanî xebatên daxistên têne meşandin. Hat elimandin ku ji meha Sibatê vir ve 24 kesên herî kêm ji 3 koman pêk tên ber bi navenda Şirnexê ve hatine şandin.
Ciwanên Kurd Armanc Tên Girtin
Li Bakurê Kurdistanê sîxurî kirin, bikaranîna madeyên kêfdêr û fuhûş ku bi polîtîkayên şer bi salane têne meşandin, bi taybetî ji sala 2015an vir ve ber bi bêesilkirina ciwanan bi kûrahî tê meşandin. Komên ji rajerên biyanî ku kesên Ereb jî di nav wan de ne ji bo peywendîdarkirina ciwanan ber bi bajarên Kurdistanê ve hatin şandin. Hat elimandin ku ev kom bi taybetî anîne bajarê Şirnexê û bi peywendîdarkirina ciwanan fealiyetên fuhûş û bikaranîna madeyên kêfdêr bi rêve dibin. Hat elimandin dixwazin ku ciwanan bi rêya lîstikên bahîsê, firotina madeyên kêfdêr û dehfdana ber bi fuhûşê mecbûrî sîxurtiyê bikin.
Ciwan bi mibtelakirinî tên Xistin!
Polîtîkayên dewletê yên berbelawkirina bikaranîna madeyên kêfdêr, dehfdana ciwanan ya ber bi fuhûşê, tûşkirina pişaftinê û bêesilkirina çandî ne nû ne. Ji bo van fealiyetan bi taybetî ciwanên xwendekarê lîseyê armanc tê girtin, cihên wekî mekteb, înternet kafe têne tercîhkirin. Dewleta ku bi rêya polîsên sivîl encam negirt, êdî bi taktîkên nû dixwaze ciwanên Kurd ber kêfdêrî, fuhûş, xesp û çetebûnê ve dehf bide. Ti van fealiyeên ku ciwanên welatparêz armanc tên girtin de teklîfên sîxurtiyê li ciwanan tên kirin.
“ Ewilî kirin Mibtela, Pişt re Firoşkar”
Y.S yê 19 salî ku ew bi xwe jî ji Şirnexê ye û bi alîkariya malbata xwe ji mibtelatiyê xelas bûye tiştên ku hatine serê wî û çawa bi van kesan re peywendîdar bûye vedibêje: “Kafeyeke ku em lê lileyzin û bi hevalan re her tim diçinê heye. Em gelekê xwendekaran bi piranî piştî mektebê diçûn wê derê. A.T yê ku ji mekteba me ye û ji polên jor e bi yekî biyanî re hat û me bi hev da naskirin. Wî bi xwe ne Kurdî ne jî Tirkî baş nizanî bû. Ji me xwest ku ew ji bo xebatê hatiye vira û divê em di vê demê de alîkariya wî bikin. Heta tu bêjî bi xwîngermî tevdigeriya. Bi demê re me hevaltî saz kir û rojekê heb ji bêrîka xwe derxist û dirêjî me kir. Di serî de min qebûl nekir jî lê got dê tiştek nabe û da. Ji wê şûn ve me êdî her roj hev dît û ez bûm mibtela. Got eger ku ez bixwazim ez dikarim van heban bifiroşim û pereyan jî qezenc bikim. Min zirara ku van madeyan daye min û malbata min dereng ferq kiribe jî, ev kes li ku dibin bila bibin divê werin teşhîrkirin û ciwan ji wan dûr bikevin. Lewra ev dişibe aveke kûr, hun xwe çi qasî biperpitînin av we ewqasî dikêşe binî.”
Ev dehfika ku ji bo Y.S û gelek ciwanên dîtir hatî sazkirin ji aliyê dewletê bi xwe ve tê organîzekirin û meşandin. Bikaranîna madeyên kêfdêr bi destê dewletê tê belavkirin û bi armanca ku ciwanên Kurd ji nirxên xwe dûr bikevin û îxanetî nirxên xwe bikin tê berbelavkirin.”