Saziya TEV-Çandê ya Kobanê li navenda çand û huner ya Şehîd Bakî Xido xebat û provayên xwe yên dawî pêk anîn. Endamên çand û hunerê bi govend, koro û şanoyê amadekariyê Newrozê dikin.
KOBANÊ – Cejna berxwedan û vejînê Newroz nêz dibe. Newroz di dîroka Kurdistanê de bi efsaneya Kawayê Hesinkar tê zanîn, di heman demê de bi berxwedanê ve bûye yek. Îsal Newroz bi berxwedana grevên birçîbûnê ya ku Leyla Guven li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daye destpêkirin wateyek cuda dibîne.
Di vê çarçoveyê de li her derê amadekariyên Newrozê didomin. Yek ji van bajaran jî Kantona Kobanê ye. Ji aliyekî ve amadekariyên ciwanan ji bo ewlehî û agir geş kirinê tê kirin ji aliyekî ve jî xebatên çand û hûnerê didomin.
Saziya TEV-Çandê ya Kobanê Şehîd Bakî Xido xebat û provayên xwe yên dawî pêk anîn. Endamên çand û hunerê bi govend, koro û şanoyê amadekariyên Newrozê dikin. Di cejna Newrozê de wê du komên govendê lîstokên xwe ên gelerî pêşkêşî gel bikin. Yek ji wan koman jî koma jinên ciwane. Ev kom wê govendên Kurdistanê pêşkeş bike. Koma din jî ji ciwanên giştî pêk tê û govendên hemû gelên herêmê wê pêşkeş bike. Ev kom wê ji govendên gelê Kurd, Ereb, Suryan û Turkmen lîstokên cûr bi cûr pêşkêşî gel bikin.
Yek ji amadekariyan jî Koma stranbejan dike ku wê bi navê Koma Botan derkevin ser dikê. Koma Botan li ser Newrozê, stranên gelerî û şoreşgerî distîre. Ew jî provayên xwe yên dawî pêk anîn û diyar dikin ku ev jî amade ne ku Gelê Kobanê bi coş rakin ser piyan.
Xebatekî din jî ya TEV-Çanda Kobanê, amadekariyên şanoyê ye. Endamên şanoyê ku dibêjin em her sal di Newrozê de derdikevin ser dikê, wê îsal li ser êrîşên li ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê bi hunera xwe pêşkeşî gel bike. Bi amadekariyên xwe koma şano kêmasiyên dawî sererast dikin.
Bi van xebatan Gelê Kobanê amadeye Newroza xwe bi coş û moral pîroz bikin.
NC-Hamza Munzur/Mazlum Kobanê