TEKÎRDAG – Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, çalakiya fedai pêk anî.
Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, şeva din çalakiya fedai pêk anî. Hat destnîşan kirin ku cenazeyê Gezen rakirine, morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.
Malbata Gezen a agahî girtin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin hatin Stenbolê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gezen dê saet 21.00’an de, ji Balafirgeha Stenbolê, bînin ya Amedê.