Tevgera Ciwanên Şoreşger li Fransa ji bo Zulkuf Gezen yê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan çalakiya fadaî pêk anî daketin qadan.
FRANSA – Li Fransa bajarê Marsilya û li Bordeaux endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Zulkuf Gezen çalakî li darxistin. Zulkuf Gezen ê di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kiribû û şeva din ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anî.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsilya kolanên Bel Duimu rê li trafîkê girtin û çalakiya protestoyî lidarxistin. Ciwanan diyar kir ku sibe dereng e, divê em niha dakevin kolanan ji bo ku şahadetên din ne jiyan kirin.
Li herêma Bordeaux ciwan meşiyan heta istasyona trenê ya giştî.