Gulebax ji bo berxwedana grevên birçîbûnê bang kir û got, “Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo ez jî dest bi greva birçîbûnê ya ji bo demeke nediyar dikim.”
GERMİYAN- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî, endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê kir.
Gulebax ji bo berxwedana grevên birçîbûnê bang kir û got, “Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo, ji bo piştgiriya ji Leyla Guven, Nasir Yagiz, Herêm Mehmûd û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan, ez jî dest bi greva birçîbûnê ya ji bo demeke nediyar dikim.”