Li dijî helwelsta dewletê ya faşîzan ku bi awayekî korsanî cenzeyê çalakgerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen veşartibûn dê li Goristana Yenîkoyê saet di 12.00’an bi girseyî nimêja cenze û mersîme pêk bê.
AMED- Çalakgerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakiyeke canbexşane li darxist û şehîd bû.
Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin. Polîsan destûr nedan ku wekilên HDP’ê jî biçin ser gorê û gotin. “Ez dewlet im. Biryara dewletê heye. Hûn nikarin tev li merasîma cenaze bibin.”
Li dijî vê pêkanîna faşîzan û ya dij mirovî ku li derveyî wecîbeyên olî cenazeyê Gezen ji aliyê polîsan ve hatibû definkirin dê îro saet di12.00’an de bi tevlibûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê li Goristana Yenîkoyê ya li Navçeya Rezana Amedê nimêja cenaze û merasîmeke bi girseyî pêk bê. Li bendêye ku siyasetmedarên kurd, saziyên civakî gelê kurd bi girseyî beşdarî nimêj û merasîma cenazeyê Gezen bibin.