Ciwanên Kurd li Kolnê ketin avahiya WRD’ê û bêdengiya medyaya Elmanya li beramberî çalakiyên grevên birçîbûnê şermezar kirin û xwestin ku ew televizyonên elman bibin dengê çalakvanan.
KOLN – Li bajarê Elmanya Kolnê Ciwanên Kurd ji bo piştgiriya berxwedanên grevên birçîbûnê ketin avahiya televizyona elman WRD’ê. Ciwanan bêdengiya medyaya Elmanya li beramberî çalakiyên grevên birçîbûnê şermezar kirin û xwestin ku ew televizyonên elman bibin dengê çalakvanan.
Polisê elman avahiya televizyonê dorpêc kiriye. Gelek Kurdistanî ji bo piştgirî bidin çalakiya ciwanan hatin ber avahiya WRD’ê. Kurdistan li ber avahiyê sloganên wek ‘Bijî Serok APO’,’Bijî berxwedana Zindanan’ û ‘Azadî ji bo Ocalan’ avêtin.
Polis amadekariyên xwe dike ji bo ku têkeve avahiyê û ciwanan bi zorê ji avahiyê derxin û binçav bike. Ciwanan diyar kir ku heta daxwazên wan ên rojevkirina berxwedanên grevên birçîbûnê nekeve medyayê elman ew ê çalakiya xwe bidomine.