Ciwanên Kurd ên Stenbolê dijîn li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên nivîsandinê pêk anîn.
STENBOLÊ – Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo Leyla Guvena ku 131 roj di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ye û ji bo xwedî derketina berxwedana Zulkuf Gezen ciwanên Kurd li Stenbolê çalakiya nivîsandinê pêk anîn.
Ciwanan di çalakiya xwe de “Bimre tecrîda Îmraliyê”, “Leyla Guven rumeta me ye”, “Zulkuf Gezen nemire”, ”18 hezar girtiyên zindanan di greva birçîbûnê de ne” li ser dîwaran nivîsandin.