Li Kerboranê gerilla li dijî arteşa tirk ya dagirker çalakî pêk anîn. Li gorî agahiyan di çalakiyê de şerekî rû da û 3 leşkerên dagirker ê tirk birîndar bûn.
MÊRDÎN – Li navçeya Mêrdînê Kerboranê li gundewarê Ilisu gerillayên HPG û YJA-Star çalakî di saetên evarî de li ser leşkerên dagirker ên tirk ku derketibûn operasyonê pêk anîn. Li gorî agahiyan 3 leşkerên dagirker birîndar bûne.
Li gorî agahiyên herêmî şer di saet 18:00’an destpê kiribû.
Dermankirina leşkerên birîndar li nexweşxaneyê didome. Li herêmê hin jî operasyon didomin.