Ciwanên Sur û Rezan bi fîşekên hewayî daketin qadan û tecrîdê şermezar kirin.
AMED – Li kelahên berxwedanê, li navçeyên Sur û Rezan ya Amedê ciwanên herêmê bi fîşekên hewayî daketin qadan. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 132’yemîn de didome. Li girtîgehê jî Zulkuf Gezen ji bo şikandina tecrîdê çalakî fedaî pêk anî.
Ciwanên Sur û Rezan ji bo bal bikşine ser berxwedanên grevên birçîbûnê û ji bo şermezarkirina tecrîdê bi fîşekên hewayî daketin qadan û meşiyan.
SUR
Bi dehan ciwan li Surê kombûn û bi sloganên “Bijî Berxweda Zindana”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” li dijî tecrîdê meşiyan. Ciwanan di çalakiyê de bi lêdana pîspîskan bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê.
REZAN
Ciwanên Rezan bi fîşekên hewayî daketin qadan. Ciwanan bi derxistina dengan û avêtina sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindana”, “Leyla Guven Rûmeta me ye”, “Ciwan fedaiyên Rêber APO ne” û “Bijî Serok APO” tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê.