Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên çeteyên DAÎŞ’ê.
BAXOZ – Şervanên QSD’ê ketin qada dawî ya li Baxozê ku çeteyên DAÎŞ’ê wesayitên xwe lê kom kiribûn û kozik lê çêkiribûn.
Çeperên ku weke kampê dihatin bikaranîn hatin kontrolkirin û beşek ji çeteyan jî li bin girê ku alên YPG/YPJ’ê lê li ba ne, teslîm dibin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê 18’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona 24 saetên dawî de 87 çete hatine kuştin û derbeke giran li çeteyan hatiye xistin.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel roja Yekşemê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji meha Çileyê û vir ve 64 hezar kes ji Baxozê hatine derxistin. Hate ragihandin ku 5 hezar ji wan çeteyên DAÎŞ’ê ne ku hatine girtin û 25 hezar jî malbatên çeteyan e. Hate gotin ku 34 hezar ji kesên ji Baxozê hatine derxistin sivîl in.