Perwerdeya beriya Şoreşa Rojava ku ji aliyê rejîmê ve dihat rêvebirin, ji bo Kurdan wek îşkenceyek bû. Jixwe ê gelek Kurdan ji ber ku nasnameya wan nînbû nikariyan zarokên xwe bişînin dibistanan. Niha di Şoreşa Rojava de bi kêfxweşî û zanîstî, bi zimanê Kurdî, bê pere perwerde tê dayîn.
KOBANÊ – Li Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’de şoreşa ku bi paradigmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat îro bi xwe re gelek cudahiên pêrgalê anî. Di milê aborî, jiyanî, perwerde û rêveberî de êdî bi felsefeyeke nû jiyan hate honandin.
Yek ji van guhertinan jî perwedeya zarok û ciwanan e. Perwerdeya beriya Şoreşa Rojava ku ji aliyê rejîmê ve dihat rêvebirin ji bo Kurdan wek îşkenceyek bû. Jixwe ê gelek Kurdan ji ber ku nasnameya wan nînbû nikariyan zarokên xwe bişînin dibistanan. Her wiha di dibistanên rejîma Baas’ê de perwerde tenê bi zimana Erebî dihat dayîn. Lêdana zarok û ciwanan, nijadperestî, bêexlaqî pir dihat kirin.
Bi şoreşê re perwerde sedî 75 guherî
Piştî ku Şoreşa Rojava pêkhat, Rêveberîya Xweseriya Demokratîk ava bû, bi vê re di hemû Kantonan de Desteya Perwerdeyê xwe sazkir. Ev jî gelek biryar û pilansazî danîn ber xwe û ev yek xiste meryetê. Di destpêkê de peyder pey zimanê perwerdeyî guherî. Di herêman de li gor demografiyayê bi du zimanan perwerde hate domandin. Bi pêvajoyê re êdî zarokên Kurd di polen destpêkê de bi zimana dayikê ango Kurdî perwerde dîtin. Her çiqas çû mamoste zêde bûn û xwe rêxistin kirin û ji bo xwendekaran derfetên nû avakirin.
Materyal hatin guhertin, Ziman veguherî Kurdî
Gelek ked hate dayîn ku li gorî Şoreşê ji bo perwerdeya xwendekaran materyalên bi zimanê Kurdî were ava kirin. Di encamên xebatan de hemû materyal veguherî zimanê Kurdî. Materyalên dersên wek Bîyolojî, Felsefe, Wêjeyî, Bîrkarî, Fîzîk, Erdnigarî, civaknasî hate afirandin. Her wiha naveroka materyalan jî hate guhertin. Di kêleka dersan de li ser mijarên ciwan û civakî de seminer tê dayîn.
Dersên nû di dibistanên Rojava de
Care yekem dersên ku li tu cihanê nehatiye dayîn di dibistanên Rojava de hate dayîn. Ji van dersan yekî Jineolojiye. Jineolojî li ser naskirina dîroka Jinê, Jin û Xweza her wekî din bi mijarên cuda ve wek ders tê dayîn. Bi vê dersê xwendekaran him xwezaya jinê, dîroka Jinê nasdikin him jî ji bo civakekî azad bi wêneya Jineolojî kesayeta xwe ava dikin. Her wiha dersa Çand û Exlaq jî di dibistanên cihanê de cara yekem li dibistanên Rojava tê dayîn. Ciwanan li gor civakekî exlaqî û girêdayê çanda xwe tên perwerdekirin û di heman demê de çanda xwe roj bi roj fêrdibin. Ev ders ne li gor olan tên dayîn zêdetirî li ser exlaq û çanda civaka xwezayî tê dayîn. Tiştên ku ji baweriyan were feydegirtin jî ji xwendekaran re tê hîmkirin.
Xwendekar bi xwestek û kêfxweşî tên dibistanan
Niha li ser 4 astan perwerde li Rojava didome.
* 1- Dibistana Seratayî (Ji pola 1-6)
* 2- Dibistana Navîn (Ji pola 7-8-9)
* Dibistana Amedahî (10-11-12)
* Zanîngeh
Di van dibistanan de wek li dibistanên dagirkeran lêdan an jî zordarî nîne, ji ber vê jî xwendekar bi kêfxweşî diçin dibistanê.
Tenê xwestekek heye ev ji naskirina Statuya Rojava ye
Li qada şoreşê de perwerde bi vê şêwazê didome, lê xwesteka hemû xwendekar û mamosteyan e ku Statuya Rojava û Bakurê Surîye were naskirin. Ji bo ku bikaribin xwendinê xwe zêdetir pêşbixin û li cihanê di karên cuda de bixebitin.
NC-Hamza Munzur/Mazlum Kobanê