Koordînasyona DGKH’ê, da zanîn ku heta heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bişkê dê çalakiyên wan berdewam bin û diyar kirin ku ew şehîdên “Hûn Nikarî Roja Me Tarî Bikî” bi rêzdarî bibîr tînin.
AMED – Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH), ragihand ku li Amedê çalakiya nivîsandin, daliqandina û bombekirina zîndana Amedê bi bombeya karê dest li dar xistiye.
Koordînasyona DGKH’ê, da zanîn ku heta heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bişkê dê çalakiyên wan berdewam bin û diyar kirin ku ew şehîdên “Hûn Nikarî Roja Me Tarî Bikî” bi rêzdarî bibîr tînin. DGKH’ê peyama ku ewê Kurdistanê li serê ew kesên ku dibêjin cihekî bi navê Kurdistanê tune teng bikin, heta ku dagirkeran def bikin û faşîzmê hilweşînin dê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin, da.
Çalakiyên hatin lidarxistin wisa ne:
* Li gelek cihên Amedê bi mebesta şikestina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêbêrê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên fedayî yên jinên ciwan û bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin”, “Şoreşa Jinê Azad Dike” fotograf û posterên Evrim Demir, Zeynep Kınacı, (Zilan), Nazelin Korkut, Viyan Soran, Zekiye Alkan, Sema Yuce, Rahşan Demirel hatin daliqandin.
*Dîsa çalakiyên nivîsandinê yên li gelek cihên Amedê jî wisa ne: “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, “Şoreşa Jinê Azad Dike”.
*Li marketeke Aîdê dagirkeran ya bi marqeya A101 çalakiya bombekirinî ya bi bombeya karê dest hat lidarxistin. Di çalakiya ku hat lidarxistin de xisareke madî ya zêde hat meydanê.
* Di saetên doh êvarê de li Zîndana Amedê ku bi dehan girtiyên siyasî yên jin tê de ne çalakiya bombekirinê ya bi bombeya karê dest hatî lidarxistin.”