Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
PARÎS- Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanan bi rayedarên Yekîtiya Mafên Mirovan re hevdîtin kirin û li ser armanc û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê dosya dan rayedaran. Ciwanan ji Yekîtiya Mafên Mirovan xwestin ku li ser berxwedêrên greva birçîbûnê daxuyaniyê bide, serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stasbourgê bike û bang li CPT û Konseya Ewropayê bike.