Malbata Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, banga tevlîbûna Cejna Newrozê kir û got: “Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkevin.”
AMED – Bavê Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî Şehmus Gezen, bang li gelê Kurd kir ku beşdarî Newrozê bibin û got: “Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkevin.”
Malbata Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, banga tevlîbûna Cejna Newrozê kir. Bavê Gezen Şehmus Gezen, diyar kir ku ji bo bi dawî anî tecrîdkirina Ocalan kurê wî dawî li jiyana xwe anî û ev bang li raya giştî kir: “Di serî de gelê Kurd, divê hemû beşên civakê tevlî Newrozê bibin. Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkevin.
Bav Gezen, anî ziman ku divê sala 2019’an bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha got: “Emê jî li Qada Newrozê ya Amedê bin û agirê Newrozê pêbixin.”