Nûçegîhana JINNWES’ê Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin. Piştî ku polisên dagirker yên TEM îfadeya wan girtin ew serbest berdan.
MÊRDÎN – Nûçegîhana JINNEWS’ê Rojda Aydin û Nûçegîhanê MA’yê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê a HDP’ê dişopandin hatin binçavkirin, hatin berdan.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Nûçegîhana JINNWES’ê Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin. Rojnameger Aydin û Kanbal ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê û îfadeyên wan girtin. Piştî îfadeya wan girtin serbest berdan.