Ciwanê Kurd bi navê Menaf Dadoyev derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, derbarê berxwedaniyên grevên birçîbûnê û derbarê Newroza îsal de ji ajansa me re axivî.
RUSYA – Ciwanê Kurd yê li Rusyayê jiyan dike, derbarê erk û berpirsyartiya ciwanên Rusya di vê pêvajoyê de nêrîn û fikrê xwe anî ziman. Ciwanê Kurd bi navê Menaf Dadoyev ji ajansa me re derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, derbarê berxwedaniyên grevên birçîbûnê û derbarê Newroza îsal de axivî.
BI TECRÎDÊ DAGIRKERÎ DIXWAZE EMRÊ XWE DIRÊJ BIKE
Ev 20 salin Serokatî di bin tecrîdê de ye. Em baş dizanîn ku êdî ev tecrîd têkçuye û qomplo jî vala derketiye. Lê bes dagirker dixwazin bi vê tecrîda girankirî tenê emrê xwe dirêj bike. Naxwazin qebûl bikin ku qomploya wan vala derketiye. Armancê vê qomployê tunekirina gelê Kurd bû. Lê bes gelê Kurd bi vê qomployê tune nebû. Berovajî vê felsefa Serok APO li Kurdistan û tevahî cihanê belav bû. Qomplogeran zanîbûn, ger bîrdoziya Serok APO li Kurdistanê belav bibe, wê bihêje heta kolanên Washîngton, ji ber vê qomplo da destpê kirin. Ev qomplo û tecrîd bi 4 mehan ve ne sinordar bû, heta roja me îro jî tecrîd didome. Bi vê re gel jî tecrîd kiriye. Girtina siyasetmedarên Kurd û Ciwanên Kurd bi vê qomployê girêdayiye. Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi çalakiyekê hebû. Ev çalakî jî di pêşengtiya Leyla Guven bi bîryardariyek mezin destpê kir. Çalakiyên mezin li dijî tecrîdê bi berxwedaniyên çalakiyên grevên birçîbûnê e bê dem û bê dorveger ve destpê kiriye.
NEWROZ ROJA BERXWEDANÊ YE
Em niha di meha Newrozê de ne. Newroz di dîroka Kurdistanê de roja berxwedaniyê ye. Rojek azadiyê ye. Em dizanîn ku di Newroza 2019’an wê Serokê me azad bibe, ji ber dîroka vê Newrozê dîroka berxwedanê ye. Ji Kawayê Hesînkar heta Mazlum Dogan, ji Mazlum Dogan heta Leyla Guven hertim bi berxwedaniyê dîrok hatin nivîsandin. Cawa Kawa dehaq têkbir, cawa Mazlum Dogan cuntaya faşîst têkbir, Leyla Guven jî wê tecrîdê têk bibe.
EM Ê LI GORÎ BERXWEDANÊ XWE XURTIR BIRÊXISTIN BIKIN
Em wek ciwanên Rusya, em jî beşdarî vê berxwedaniyê bibin. Bi çalakiyên xwe em ê tecrîdê şermezar bikin. Ciwanên Rusya wê li beramberî vê berxwedaniyê xwe hin xurtir birêxistin bikin. Wê li her qadê berxwedanê mezin bikin û bêdeng nemîne. Ciwanên Rusya wê heta dawiyê li ser piya bin. Banga min ji bo Ciwanên Rusya ew ku li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê çalakiyên xurt ên protestoyî lidar bixin. Em ê bi berxwedanê Kurdistanê azad bikin, tecrîdê hilweşînin û faşîzmê têk bibin.