Ciwan û welatiyên Kobanê bi wesîleya Newrozê çûn serdana gorîstana şehîdan. Ciwan û gele Kobanê li her kolanek Kobanê agirek pêxist û govend gerandin.
KOBANÊ – Li Kobanê pîrozbahiyên Newrozê bi çuyîna gorîstana şehîdan destpê kir. Ciwan û welatiyên Kobanê bi wesîleya Newrozê çûn serdana gorîstana şehîdan û ji bo her şehîdekî mûmek pêxist. Ciwanên Kobanê li ser Girê Miştenûr agir Newroz pêxist û ev agir heta ji Suruçê ve jî hate ditîn.
Ciwan û gele Kobanê li her kolanekê agirek pêxist û govend gerandin. Endamên Ciwanên Şoreşger li ber Desteya Ciwanan kombûn û li derdora agirê Newrozê govendên bi coş gerandin. Ciwanan di pîrozbahiyê de bênavber sloganan avêtin.