Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 134’emîn de didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 95 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 96 roj in didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 61’an de didome.
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 134 rojin ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 96’emîn de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 121’emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 95’emîn de didome. Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 61’an de didome.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 134’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 121 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 95 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 96 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 21’emîn de didome.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.
SEDAT AKIN Û GURBET EKÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN
Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 74’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 66’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
FADÎLE TOK LI MEXMÛRÊ 61 ROJIN DI GIREVÊ DE YE
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 61’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 96’an de ye.