Newroza Amedê îsal bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” tê lidarxistin. Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê.
AMED – Li Amedê bi ruhê berxwedana Newrozê gel diherike qada Newrozê. Gel bi dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zîndanan” tê qadê û kom dibe. Tê payîn berxwedana grevên birçîbûnê mohra xwe li Newrozê bide.
Dema mirov dibêje qada Newrozê ya Amedê ya ku her sal pîrozbahiyên heybet li pey xwe dihêle tê bîra mirov. Amed jî îro malovaniya Newrozek bi heybet dike. Newroza îsal ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” tê lidarxistin li cihê her sal li Qada Newrozê ango Parka Newrozê tê pîrozkirin. Ji saetê serê sibê zû ve gelê Amedê derketin ser rê û berê xwe dan Qada Newrozê. Herikîna gel a ku ji berbanga sibê dest pê kir didome. Gel ji du başkan ve herikî qadê. Di têketina qadê de polîsan bariyer danîn û nokteyên lêgerînên ava kirin. Hemû derdora qada Newrozê bi bariyeran hat dorpêçkirin û bi hezaran polîs hatin bicihkirin.
Welatî yek bi yek hatin lêgerînkirin û piştî lêgerînê berdan hundirê qadê.
Qada Newrozê ku bi rengên kurdewar hatine xemilandin, li ser dikê jî şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” hat nivîsandin. Li qadê pankartên behsa berxwedana Newrozê, grevên birçîbûnê, têkoşîna gelê kurd û têkoşîna jinan dikin hatin daliqandin.
PEYAMA LEYLA GUVEN DÊ XWENDIN
Gelek mêvanên ji derveyî welat û ji hundirê welat li beşa protokolê cihê xwe girtin. Dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Aktîvîsta TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî yên kurd jî axaftinan bikin. Her wiha dê peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 134 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye dê bê xwendin.
MALBATA GEZEN LI NEWROZÊ YE
Dayik Hava Gezen û bav Şêxmûs Gezen ên Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî jî di protokola Newrozê de cih girtin.
WEK LEHIYÊ DIHERIKIN
Di têketinên qada Newrozê de bi hezaran welatî kêliyên dirêj hatin rawestandin û piştî demek dirêj gel berdan qadê. Mirov dikare bêje ji heft saliyan heta heftê saliyan bi reng û cilên xwe yên gelerî wek lehiyê diherikin qada Newrozê.
BI DIRÛŞMAN GIRTIYAN SILAV DIKIN
Bi deh hezaran welatiyên diherikin qadê dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin” berz dikin. Gel bi dirûşmên xwe dide diyarkirin ku dê tecrîdê bişkînin. Li qadê bi deh hezaran welatiyên kom dibin li ber stranan govend digerînin.