Ciwan û gelê Wanê li dijî tecrîdê diherike qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê. Nisêbîn û Midyadê jî ciwan û gel bi deh hezaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li qadên Newrozê bê navber dirûşmeyen “Bijî berxwedana zîndanan” berz dikin.
WAN/MÊRDÎN – Gelê Wanê li dijî tecrîdê diherike qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê. Bi deh hezaran welatiyên Wanê di saetên sibehê de ji gelek tax û kolanên Wanê kom bi kom ber bi qada Newrozê ve meşiyan û herikîn Qada newrozê ya Keleha Wanê. Girseya ku kom bi kom diherikin qadê dirûşmeyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berz dikin. Komîteya Amadekar a Newrozê li benda girseyek dirokî ye.
Rêxistina HDP’ê û îtîfaqên partiyên kurdan îro li li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingê Newrozê pêk bîne. Îsal Newroz bi şîara “Teqez emê bi ser bikevin” Newrozê pîroz dikin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê tev li mitinga Newroza Wanê ya li Qada Newrozê ya Parka tenişta Keleha Wanê tê pîrozkirin. Li bendê ye ku Newroza Dîrokî li Wanê bê pîrozkirin. Ji niha de bi deh hezaran gelên Wanê ji tax û kolanan kom bi bom diherikin Qada Newrozê. Qada Newrozê ji niha de ji aliyê deh hezaran ve tije bû. Bi deh hezaran gelê Wanê bi cilên xwe yên rengîn diherikin qadê. Qada Newrozê jî bi al, nepox û pankartên rengo reng hatiye xemiland. Ji ber ku qada Newrozê bi bariyeran hatiye girtin ji du nokteyan ve gel dikevin Qadê. Li nokteyên polîsan gel yek bi yek li lêgerînê re derbas dibe. Polis rengên kesk, sor û zer desteser dikin. Lê disa qada Newrozê bi rengên zindî geş dibe. Jinan bi kras û fîstanên xwe û zilaman jî bi şal û şapikên xwe qad rengandine. Xwendekarên ku bi cilên xwe yên dibistanê hatin qadê, polîsan bi sedena ji 18 salî biçûktir e nexistin Qada Newrozê.
Bi hezaran welatiyên daketin qadê govendê digerînin û pankartên “Em ê teqez bi ser bikevin”, “Newroz pîroz be” vekirn. Seyarfiroşan jî xwarina li malê amade kirine hatine li qadê difiroşin.
Polîsan bi qasî demek dirêj bi sedema karta zer tune xebatkarên çapemeniyê rawestandin.b
Girseya li qadê kom bûye bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxedana zindana” berz dikin.
NISÊBÎN/ MIDYAD
Gelê Nisêbîn û Midyadê bi tevlêbûna deh hezaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li qadên Newrozê bê navber dirûşmeyen “Bijî berxwedana zîndanan” berz dikin.
Li navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê yên Mêrdînê bi tevlêbûna deh hezaran welatiyan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz dikin û li dora muzîkê govendê digerînin.
Bi deh hezaran gelê Nisêbînê li Qada Cegerxwîn kom bûn û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di saetên serê sibê de kom bi kom herikin qada Newrozê. Tevî ku hemû qad ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin gel hatin qadê û di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qadê bûn. Qada newrozê bi alên rengîn xemilandin û li dikê pankarta mezin a “Em ê teqez bi ser bikevin” Newroz pîroz be” û “Ji 8’ê Adarê heta Newrozê ji bo Azadiyê em li Qadan in” û “Bi ruhê Kawayê Hesinkar Em Newrozê piroz dikin” vekirin. Bi hezaran gelê Nisêbînê yên qad tije kirin bi cilên xwe yên neteweyî qad xemilandin û coşek mezin ava kirin.
Bi hezaran welatiyên bi cilên xweyên rengîn li nokteya lêgerînê kom bûn piştî bi saetan li ber deriyê lêgerînê rawestiyan derbasî qadê bûn û li qadê coş zêde bû. Yên nokteya lêgerînê derbas dikin nîşaneyên serkeftinê bilind dikin û bi dirûşmeyan derbasî qadê dibin. Herîkîna qadê ya bi kom bi kom berdewam dike. Li qada ku coş di asta herî jor de ye bê navber dirûşmeyên “Biji Newroz” “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Biji berxwedana zîndanan” berz dikin.