Piştî Newroza Amedê bi dawî bû û gel kom bi kom belavbûn, polisên dagirker êrîşên xwe li hin deveran dan destpê kirin.
AMED – Newroza dirokî ya Amedê bi coşek mezin bi dawî bû. Piştî Newroza Amedê bi dawî bû û gel kom bi kom belavbûn, polisên dagirker êrîşên xwe li hin deveran dan destpê kirin.
Kitleya ku ber Gorîstana Yenikoy derbas bûn, polisên dagirker bi gaz û ava îsota êrîşê xwe yê faşîzan dan destpê kirin. Kitle niha ber bi navçeya Rezan ve dimeşin. Agahiyên ku cCwanan di navbera kolanan rê girtine ji ajansa me re hatin.
Her wiha polisên dagirker mala Leyla Guven xistiye bin dorpêcê. Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, 134 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ye.