Gelên Navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û tecrîd şermezar kirin.
MÊRDÎN – Gelên navçeyên Mîdyad û Nisêbînê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz pîroz kir. Gel, di pîrozbahiyê de tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û Azadiya Ocalan xwest. Di pirozbahiyê de Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, gotinên Seyit Riza bibîr anî û wiha got: “Hem em serî natewînin û hem jî em dê hemû hîle û hîltikên we pûç bikin.”
Gelên Navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û tecrîd şermezar kirin. Bi deh hezaran gelê Nisêbînê li Qada Cegerxwîn kom bûn Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Gelê Nisêbînê tevî ku hemû qad ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin herikî qadê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir û bê navber dirûşmeyên “Biji Newroz” “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Biji berxwedana zîndanan” berz kirin. Girsa li Mîdyad û Nisêbîne silavên xwe ji berxwedanên çalakiya girevê re şandin û tecrid şermezar kirin. Piştî qad tijî bû Parlamentera HDP’ê Pero Dundar û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê geş kirin. Dema Agirê Newrozê geş kirin, girsê bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan”, “Zulkuf Gezen nemir e” û “Şehid namirin”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Ya me ye” berz kirin. Girsê terîd şermezar kir û piştgiriyia xwe ya ji bo çalakgerên li dijî tecrîdê di grevê de anîn ziman.
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Nisêbînê Semire Nergiz û Ferhat Kut, derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Piştre Koma Amara derket ser dikê û stran gotin. Piştre peyama Hevserokê HDP’e yê Mêrdînê Ali Sincar ê 21 rojin li girtîgehê di grevê de ye xwendin. Sincar, Newroza Gelê Mêrdîn û hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Berxwedana we dê tecrîdê bişkîne. û di hilbijartina 31’ê Adarê e we bi ser bixe.”
‘VAYE KURDISTAN LI VIR E’
Piştre Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî axivî û wiha got: “Di Newroza 1992’a de li Navçeya Nisêbînê 16 welatî hatin qetilkirin. Ez wan bi rêzdarî bibîr tînim. Wê demê gotin em dê van qadan li wan teng bikin û hevalên me kuştin. Lê her ku wan em kuştin bêtir em daketin qadan û em bêtir zêde bûn. Niha em bi ruhê Newroza 92’an li Qadan in. Em ê bi ruhê Newrozê biçin 31’ê Adarê. Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan dibêje “Cihekî bi navê Kurdistanê tune ye” Em jî dibêjin “Vaye Kurdistan li vir e. Em tev li vir in. Em li vir in û li vir dijîn. Di 31’ê Adadê re yên vir biçin Erdogan û Bahçelî ne. Ne em in. Gotina Dundar bê navber bi dûşmeyan hat qutkirin.”
‘EM HÊJ LI QADAN IN’
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî anî ziman ku Newroz dîroka berxwedana gelê Kurd e û wiha got: “Kawa li vir in. Kawa bi agirê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin. Em evîndarê vê azadiyê ne. Em ê heta dawî têbikoşin. Heta tecrid rabe û rêya aştî, demokrasiyê vebe têkoşîna me dê bidome. Hevala me Leyla Guven li dijî tecrîdê ji bo aştî û demokrasiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em dê bi evîna xwe ya azadiyê hemû astengiyan ji pêş xwe rakin. Em duh li nirxên xwe xwedî derketin em dê sibê jî li nirxên xwe xwedî derkevin. Em li vî welatî biratiya gelan û nirxên demokratîk diparêzin. Gelê kurd, tirk, ereb û suryanî ne dijminên hev in. Lê yê me dikin dijmine hev hene. Seyît Riza got “Ez bi derew û lîstikên wan re derneketim serî. Ev ji bo min bû derd. Lê ew jî nikarin serê min bitewînin bila ev ji wan re bibe derd. Lê îro em bi lîstikên wan re derdikevin serî û em lîstkên wan pûç dikin.”
KURT EREB Û SURYANAN BI HEVRE NEWROZ PÎROZ KIR
Li navçeya Mîdyatê ku cihê nasname û çandên cuda ye jî bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin Newroz tê pîrozkirin. Gelê Kurd, ereb, suryan bi nasname û baweriyên xwe Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê ya Otogarê kom bûn bi coş Newroz pîroz kirin. li qada Newrozê pankartên bi tirkî, kurdî, suryanî û erebî balê dikişînin. Gelên ku bi nasname û candên xwe yên cuda li hev kom bûne bi heman coş û kelecanê Newrozê piroz kirin. Bi hezaran gelê li qadê kom bûn tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi çalakgeran re anîn ziman. Piştî namzetên Hevşaredariya Mîmdayê Gel silav kir Parlamenterê HDP’ê Tuma Çelik, jî derket ser dikê û gel bi Tirkî, Erebî, Suryanî û Kurdî silav kir. Çelik, anî ziman ku wan li dijî zilm û zordariyê gelek gavên mezin avêtiye û wekî HDP’ê dê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin.
Çelîk, an ziman ku pirsgirêka gelan bi hevre tune û dê dawî li vê siyaseta înkarê bînin.
Piştre Newroz bi muzîkê bi dawî bû.