“Şehîdê pêngava “Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê têk bibe û Kurdistanê rizgar bike” Hawar Bedran. Şervan û fermandarê gerîla yê serdema şerê herî dijwar. Şerê xêr û şer, şerê ronahî û tariyê û şerê hebûn û tinebûnê. Hawar Bedran. Roja 16’ê Adarê li herêma Sîdekan di şerê bi dagirkeriyê re li gel 4 hevalên xwe bi awayekî fedayî şer kir û şehîd bû. Çavê wî yê zeytûnî, wek ku kil kirine û mirov dil nedikir lê temaşe bike, vedigot hemû serpêhatiya vî gerîlayî. Beriya wî nas bikim, gelek hevalên wî behsa girêdana wî ya bi fermandar Agirî Malazgirt re ku li Xakûrkê şehîd bibû, dikir. Dema fermandarê gerîla Agirî şehîd dibe, bi saetan wisa di cihê xwe de cemidî dimîne û deng jê dernayê û paşê soza tolhildanê dabû. Nîsana 2018´an dewleta dagirker a Tirk girê Lêlikanê girtibû. Jixwe, pêngava ji bo rizgarkirina xaka Başûrê Kurdistanê wek pêngava şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz bû. Gerîla Hawar dixwest bixwe di her çalakiyê de cihê xwe bigire û tola fermandar Agirî û gelek şehîdên Xakûrkê hilîne. Di çalakiyan de ku li herêma Sîdekan bi taybet li dijî Girê Lêlikanê çêbûne, hema hema Hawar di hemuyan de cihê xwe girt. Ew evîndarekî Xakûrkê bû û soz dabû lingê dagirkeran li ser wê xaka pîroz bişkîne û şikand.
Wê pêvajoyê ji bo şopandina şerê li wê herêmê ez jî çûbûm Xakûrkê. Cara destpêkê min di bin barana Nîsanê de Hawar dît. Baran bi ser rûyê wî ve dihat xwarê û qet ne xema wî bû. Ji serî heta binî, ter û şil bûbû û dikeniya. Gelekî westiyabû, ji rêyeke dûr hatibû. Xwe ji bo çalakiyeke mezin amade dikir. Dikeniya lê êşa fermandar Agirî çavên wî xembar kiribûn û mirov dixwest bizane ka bê dilê wî çi dibêje. Qet rûnedinişt û çeka wî li milan, li ser piyan sekinîbû, dihat û diçû. Min jê re got, heval Hawar were xwe germ bike li ber agir, tu nacemidî? Keniya û got ; Na ez nacemidim! Ez şaş mam, bi rastî jî nedicemidî, dilê wî germ bû. Min got wê demê were xwarinê bixwe, got; Spas ez ne birçî me! Min jê re çayek tije kir û jê re got; li bin vê baranê û piştî vê westandinê niha dilê te diçe çayê, got; Erê wele! Kêfxweş bûm ku çayê ji destê min girt û paşê çû çalakiyê. Dema her carê diçû çalakiyê ji min re digot, di nûçeya xwe de bibêje gir bi temamî ketiye û em dikeniyan. Digot, divê ez wî girî bi temamî rakim û wan dagirkeran ji Xakûrkê derxim. Digot, Xakûrkê warê evîn û hezkirinê ye, cih ji qirêjî û dagirkeriyê re tineye. Soz dabû fermandar Agirî ku girê Lêlikan ji dagirkeran bi temamî paqij bike. Soz dabû ku tevahiya herêma Sîdekanê ji dagirkeran rizgar bike.
Gotina wî ya bi nav û deng ku dema eskeran qîr dikir, gotibû; Neqîre, Tuyê Bimirî! (Bağırma Öleceksin) Di bîra me hemuyan de ye. Her wiha, dema çeka BKC´ya eskeran ji çeperan derxist û me di kameraya wî de li wî dîmenê dîrokî wek filmekê temaşe kir. Bi wî dîmenî, her kes dîsa li beramber wêrekî û ruhê fedayî yê gerîla şaş û matmayî mabû.
Hawar, Hawar û qêrîna sedê salan e. Bi ruhê xwe yê fedayî, rastiya gerîlayê azadiya Kurdistanê careke din nîşanî hemû cihanê da. Bi wî temenê xwe yê ciwan, di oxira azadiya xaka welatê xwe de ji dagirkerî û faşîzma herî hov a vê serdemê de canê xwe feda kir. Di çavê wî de fermandar Agirî, hemû şehîdên azadiyê bû û erka xwe didît ku tola wan bistîne. Di xwezaya efsûnî û bihûşta Xakûrkê de gava yekemîn a gerîlatiyê avêtibû, nedixwest û destûr nedida destên qirêj li vê xaka bekir û pak bikeve. Ji bo wê jî têdikoşiya di eniya herî pêş de.
Divê çîrok û destanên qehremanên wek Hawar werin nivîsandin. Rojekê misoger wê were gotin, Hawarek hat û li vî warî jiya, li ber xwe da, têkoşiya, şer kir û şehîd bû. Di demeke wiha de ku faşîzm gihiştiye asta herî jor, Hawara azadî û berxwedanê jî digihîje erşa bilind. Hawar bû dengê qêrîna me hemuyan, dengê bi sedê salan di qirika me de asê maye. Ji bo em li ser vê xakê bi azadî bijîn, kêliyekê di cihê xwe de nesekinî û her herikî Hawar. Di roja 16’ Adarê de şehîd bû, di roja salvegera komkujiya Helebceyê de û nîşan da ku îro gerîla tola hemû komkujiyan dihilîne. Wê ti komkujî bê bersiv nemînin, heta yên wek Hawar hebin. Wê hawara azadiyê şevên tarî bi dawî bike û perdeya reş biçirîne di berbanga Newroza pîroz de, heta gerîlayek wek Hawar hebe. Hawar, hawara me hemiyane, hawara şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê ye. Hawar, hawara azadiyê ye vê carê di bin barana Adarê de, bi çavê zeytûnî, meşa ber bi çalakiyeke fedayî, çalakiya jiyanê…”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gelawêj Ewrîn