Li Dêrsimê, waliyê dagirker Tûncay Sonel û ên li gel wî wexta di ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê re derbas bûn, destê xwe dirêjî 2 ciwanan kir. Lê belê her du ciwanan bi destê waliyê dagirker sonel negirt û ji ber vê hatin binçavkirin.
DÊRSIM – Li Dêrsimê, hat diyarkirin ku ji ber bi destê waliyê dagirker Tûncay Sonel negirtine, 2 ciwan hatine binçavkirin.
Li Dêrsimê, waliyê dagirker Tûncay Sonel û ên li gel wî wexta di ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê re derbas bûn, destê xwe dirêjî ciwanên bi navê Dogan Can Saritaş û Alî haydar Baran kir. Lê belê her du ciwanan bi destê Walî sonel negirt. Hat diyarkirin ku ji ber her du ciwanan bi destê walî negirtiye hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Eminiyetê ya Dêrsimê.