“Hevalê Çetîn jî yek ji zarokên xaka pîroz a navbera Firat û Dîcleyê bû. Vê xakê malavanî ji mirovatiyê re kiriye û bûye malzaroka civakbûn ûê navenda jiyanê. Ev xaka pîroz, ne tenê bûye bingeha jiyanê, heman demê bûye warê berxwedana li dijî zilm û hêviya jiyana azad. Ji ber vê jê re tê gotin “warê pêxemberan” û pîroz tê dîtin.
Hz. Îbrahîm li dijî zilma Nemrûd û xwedayên sexte serî rakir. Xeta berxwedana pêxemberan a bi hezaran sal bû pêşengê hêviya jiyana azad. Rêber APO jî yek ji van pêşengê civaka azad bû, wî jî di vê xaka pîroz de serî li hemberî zilm û dagirkeriya serdemê rakir û bû rêberê gelê azadîxwaz. Rêbertî li vê xak û bajarê pêxemberan ji dayîk bibû û di nav vê dîroka kevnar de mezin bibû.
Hevalê Çetîn jî li ser vê xaka pîroz, li navçeya Sîwerekê ya girêdayî Rihayê ku di navbera ava Firat û Dîcleyê de ye ji dayîk dibe. Li ser vê dewlemendî û kevneşopiyê mezin dibe. Cihê ku ew lê ji dayîk dibe û mezin dibe, ji mirovatî û şoreşa Neolitîkê re malavanî kiriye. Xwedî dîrokek kevnar e. Ew jî wek gelek ciwanên herêmê di nav malbateke welatparêz a ku bi hişmendiya Rêber APO hişyar bûye mezin dibe. Di nav tevgera azadiya Kurdistanê de, cihgirtinê ji bo xwe rêka azadî û bi rûmetê dibînê.
Belê, hevalê Çetîn jî dibe şopdarê xeta pêxemberî a azadîxwaz û serî li dijî dagirkeriya dewlata Tirk radike. Di sala 1994’an de li Elmanyayê tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. Hevalê Çetîn hevalekî zewiciye, xwedî mal û zarok e. Rexmê ku zewiciye jî, dev ji zarok û mala xwe berdide û tevli nava refên PKK’ê dibe. Pir baş fêm kiribû ku, ew jiyana têde dijî ne jiyanek azad e. Jiyan û welatek azad jî encex bi têkoşîna PKK’ê pêkan e. Ji bo vê ew dev ji jiyana di bin zilma dagirkeriya Tirk de, berdide û tevlî xeta Rêber APO dibe. Jixwe ew baş dizane ku civak û welatek azad encax bi têkoşîna di pêşengiya Rêber APO pêşketî de mimkun e. Ew jî ji bo xwe vê tevgerê hildibijêre.
Hevalê Çetîn bi xebat û keda xwe ya pir mezin, di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî diyarker bû. Ew ji aliyê tevahî hevalan ve bi sekna xwe ve tê nasîn. Ji bo mirov bikaribe li ser hevalê Çetîn binivîsîne, hewce nake ku mirov pê re mabe. Herêmên bi salan lê mayî, asta fermandariya ku gihiştiyê û xebatên wî yên serkeftî li ber çavane. Min jî beriya ku hevalê Çetîn bibînim, bi van serkeftin û erkên girtî ser milên xwe bihîst û nas kir. Di PKK’ê de tişta diyarker ew e ku mirov bi kiryar û xebatên xwe yên serkeftî tê bihîstin û tê nasîn. Ji ber hevalê Çetîn di vî warî de li pêş bû, ew zû bi pêşket û hat naskirin.
Destpêkê naskirina min û hevalê Çetîn di zivistana 2006-2007’an de li herêma Garê di Konferansa HPG’ê ya 4’emîn de pêk hat. Hevalê Çetîn jî wek delegeyê Konferansê hatibû û beşdar bibû. Di pêvajoya Konferansê de dan û sitandinê me bi hev re çêbûn û min ew ji nêz ve nas kir. Hevalê Çetîn bi tevlîbûn û sekna xwe ya Konferansê pir bi cewherî û rêxistinî bû. Dan û sitandinê wî yê germ û mitewazî yê bi hevalan re, mirov pir jê bandor dibû. Rexmê ku me nû hevdû naskir jî, mirov dixwest tim pê re dan û sitandinan û hevaltiyê bike.
Min hevalê Çetîn cara duyemîn di zivistana salên 2010-2011’an de li Biryargeha Navendî ya HPG’ê dît. Hevalê Çetîn bi komek hevalan re ji bo Eyaleta Serhedê lêhûrbûn û amadekarî dikir ku derbasî wir bibin. Ew berê jî li wê eyaletê mabû û ji ber ku baş nas dikir, rêxistinê ew careke din di asta fermandariya eyaletê de erkdar kiribû. Di vê demê de, gelek caran hevdîtin û nîqaşên me bi hev re çêdibûn. Wî bi awayekî pir cewherî xwe û hevalên xwe ji bo pratîka dema pêş amade dikir. Hewldan û xwesteka wî ew bû ku, di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li Eyaleta Serhedê xebateke serkeftî pêş bixîne.
Tê zanîn ku di van salan de dewleta Tirk li ser Serokatiya me tecrîdeke giran dimeşand û pêşiya siyaseta demokratik girtibû û pêvajo xetimî bû. Êdî lazim bû ku, şerê gel ê şoreşgerî biketa meriyetê. Wê şerê gel ê şoreşgerî jî bi piranî li Bakurê Kurdistanê pêş biketana. Di pêvajoyeke ewqasî girîng de hevalê Çetîn pêşniyara xwe kir ku, here di nav vî şerê germ ê azadiyê de cihê xwe bigire. Bi ketina demsala biharê re hevalê Çetîn û koma wî ji bo pratîkê amade bû û li benda bi rêketinê bûn. Di van rojên biharê de, hevalê Çetîn bi hevalê Mehmed Goyî re ji bo çalakiyeke li ser sînorê Bakur û Metîna pêş bixin, gelek wargehên artêşa Tirk keşif kirin. Hevalê Mehmed jî wê di asta fermandariya Eyaleta Wanê de derbasî Bakur bibûya. Van hevalana dixwestin ku beriya derbas bibin, di vê navberê de çalakiyan li dar bixin.
Di bihara 2011’an de Konfaransa HPG’ê ya 6 mîn li herêma Garê pêk hat. Hevalê Çetîn jî tevlî vê Konferansê bû û perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî ku em pêş bixin herî dawî li vir zelal bû. Piştî zelaliya di şerê gel ê şoreşgerî û taktîka demê de, hevalê Çetîn bi koma xwe re berê xwe dabû Eyaleta Serhadê û bi kêfxweşiyeke mezin rêketibû…
Hevalê Çetîn piştî pratîkeke dirêj û bi tevger a li Eyaleta Serhedê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û tevlî pêvajoya perwerdê bû. Di sala 2015’an de fermandarê qada Dêrsimê hevalê Baran Dêrsim di encama operasyoneke dewleta Tirk a dagirker de şehîd dikeve û li ser vê yekê hevalê Çetîn jî li şûna wî tê erkdarkirin. Piştî ku hevalê Çetîn perwerdeya xwe diqedîne, vesazkirina wî di asta fermandariya qada Dêrsimê de çêdibê û bi komek hevalan re ber bi Dêrsimê ve dikeve rê.
Hevalê Çetîn û fermandar hevalê Hozan û Mazlûm jî di nav de weke komek heval bi hev re di destpêka meha Cotmeha 2015’an de li herêma Besta gihiştin me. Piştî demeke dirêj cardin dîtina hevalê Çetîn, moral da me û em kêfxweş bûn. Hevalê Çetîn li Botanê çend rojan li gel me ma û pêşveçûnên dawî yên giştî û rêxistinê bi me re parve kir. Diyar bû ku bi amadekariyeke xurt û perspektîfeke zelak ketibû rê û ji bo xebateke serkeftî pêşbixîne baweriya wî zehf xurt bû. Di van rojên ku em bi hev re man de ev yek bi zelalî dihat dîtin. Her çendî ew nû diçû qada Dêrsimê û nas nedikir jî, baweriya wî bi wî dihat ku di demeke kurt de qadê nas bike û pratîkeke serkeftî li dar bixe.
Di wê demê de dewleta Tirk hevdîtinên xwe yên bi Rêber APO re bidawî kiribû û dest bi êrîşên hovane yên li qirkirina gelê Kurd û tesfiyekirina tevgera azadiyê kiribû. Dihat xwestin ku, mirov li hemberî van êrîşên hovane bisekine û bersiva pêwîst bide. Hevalê Çetîn jî bi vê bîr û baweriyê, erka fermandariya qada Dêrsimê girtibû ser milê xwe û berê xwe dabû rêyeke dirêj. Rexmê ku temenê wî mezin jî bû, ew bi coşa ciwanekî û hêviyeke mezin berê xwe dabû vê rêka dûr û dirêj.
Di bihara 2017’an de kurê hevalê Çetîn ji Başûrê Kurdistanê hatibû qada Botanê. Navê wî Şahan bû û pisporê sabotajê bû. Hevalê Şahan hevalekî ciwan bû û dema ku mezin dibe li ser şopdariya bav û rêhevalê xwe berê xwe dide nav refên gerîla. Di sala 2012’an de tevlî bibû. Çend salan li cem hevalên rêveberiyê mabû. Ji ber ku bavê wî hevalê Çetîn li qadên germ ê şer bû, rêxistinê dixwest ku wî biparêz e. Ji ber vê her çendî wî gelekî xwestibe derbasî Bakur bibe jî, her carê rêxistinê nepejirandibû. Hevalê Şahan herî dawî di sala 2017’an de, bi pêşniyara israr li ser esasê ku ew ê li cem fermandarê qada Botanê be, rêxistinê ew rêkiribû Botanê. Hewldanên hevalê Şahan her tim hebûn ku di eniya pêş de têkevê çalakiyan, lê hevalan ji bo wî ev zû didîtin. Ew jî wek bavê xwe pir bi dil paqij û fedekar bû.
Cara dawî di 21’ê Tebaxa 2017’an de li herêma Besta Mêrgûmarê bi rêka bêtêlê bi hevalê Çetîn re axifîm. Kurê wî hevalê Şahan jî bi bavê xwe re axifî û di navbera wan de nîqaşeke hestiyarî bi pêş ket. Ew li qada Dêrsimê û kurê wî jî li qada Botanê bi rêka bêtêlê bi hev re diaxifîn… Her çiqasî nedixwestin diyar bibe jî, lê dîsa jî fam dibû ku hestiyar in. Hevalê Çetîn destpêkê bi min re axifî û di derheqê qada Dêrsimê de rewşa hevalan û ya dijmin de agahî da. Me jî di derheqê Botanê de agahî da wî û piştre bi hevalê Şahan re peyîvî. Destpêkê jê pirskir ku, “tu xwe baş tevlî xebatan dikî yan na, heval ji te razî ne?” Jê re got ku, “xwe baş tevlî xebatan bike û dilê hevalên xwe nehêle.” Her du heval jî bi hevpeyvîna hevdû kêfxweş bibûn û xatirên xwe ji hev xwestin.
Hevalê Çetîn xwediyê ewqas taybetmendiyên baş bû ku, mirov nikare bi çend gotinan hemû bîne ziman. Hem di hevaltiya xwe de pir mitewazî û zindî bû, hem jî fermandarekî wêrek û serkeftî bû. Girêdan û kûrbûna xwe ya rêxistinê ji bo derdora xwe tim hêz bû û ev hêza xwe bi hevalan re parve dikir. Ew tim li pey tolgirtina heyfa bav û kalan bû. Her tim dixwest derbên giran li dagirkeriya dewleta Tirk bixîne. Lêhûrbûn û hewldanên wî tim li ser vî esasî bûn. Tevahî jiyana xwe dabû xizmeta gel û welatê xwe. Wî ti car xwe û malbata xwe nefikirî, tim azadiya gel û welatê xwe difikirî. Rojeva wî ev bû. Jixwe malbata wî jî welatparêz bû û dabû ser şopa wî ya ku diçe heqîqetê.
Me hevalê Çetîn ewqasî dît, hevdîtinên me çêbûn û me bi hev re nîqaş dikir jî, lê hêj jî min nebihîstibû ku kurê wî tevlî gerîlayên azadiyê bûye. Me nedizanî ku ew zewiciye û zarokên wî jî hene. Mijara sereke ya di rojeva hevalê Çetîn de bû û tim bi hevalan re parve dikir, bi giranî Serokatî, şehîd û nirxên gele wî bûn. Hevalê Şahan jî, him kur û him jî hevalê heval Çetîn bû.
Mixabin di 29’ê meha Îlona 2017’an de li Kanî Botkê herêma Besta di encama êrîşeke balafirên dewlata Tirk a hovane û bêbext de Hevalê Şahan şehîd ket. Beriya bavê xwe tevlî nav refên karwanê şehîdên azadiya Kurdistanê bû. Hevalê Şahan jî her çiqas demeke kurt li gel me mabe jî, bi xebatên xwe yên fedakarî û paqij ketibû kûraniya dilê hemû hevalên xwe. Van her du şehîdên mezin jî bi pratîk û jiyana xwe ya dewlemend cihê xwe di kûraniya dilê me hemûyan de çêkirin. Şopa bîranînên wan wê tim li ber çavên me be. Di şexsê hevalê şehîd Çetîn û Şahan de, em cardin soza xwe ya girêdana şehîdên şoreşa Kurdistanê dûbare dikin û dibêjin ku, heya armanca wan bi cih were, em ê şopdarê bîranîna wan bin.”
NASNAV: Çetin Serhat
NAV Û PAŞNAV: Musa Çetiner
Doğum Yeri: Urfa
NAVÊ DAYIK Û BAV: Sultan – Medet
DÎROK Û CIHÊ ŞAHADETÊ: Temmuz 2018 / Dersim