“Belkî dema ku wî ciwanê 21 salî berê çeka xwe da nava çavên Esat Oktay Yildiranê cinayetkar, gelek dîmenên tije hovîtiyên wî di girtîgeha Amedê de dîsa anîbûn bîra xwe. Tolhildan di wê rojê de xwedî wate û peyamên dîrokî bû.
Mazlûm Doganê ku bi hemû awayan şerezayekî dîroka kurd û Kurdistanê a tije êş û derdên giran bû, darkê yekê ji ber roja 20‘ê adara sala 1937‘an pêxîst û wiha got:“ Agirê canê min bila bibe ronahiyeke li ser tarîtiyên fermana 70.000 kesan tevî rêberê wan Seyîd Riza Dêrsimî yê bêtirb û goristan. Darikê duyemîn ji 31‘ê adara sala 1947‘an pêxist ku Qazî Mihemed û hevalên wî li hemberî generalên artêşa Îranê sekinîn û wiha gotin: “Bi kuştina her yek ji me yê hezaran kesên mîna me li hemberî we rabin…“
Mazlûm Dogan dîsa fikirî û darikê sêyemîn jî ji bo berdewamiya agirê Newroza hemû Kurdistanê pêxist û bi hemû hêza xwe qêriya: “Berxwedan jiyan e.“
Destpêka hilanîna wê pêngavê hêsan nebû, lê serkêşên şoreşê dizanîn ku bêked û fedakarî ew ê nikarîbin vî barê giran bigehînin cihê xwe. Gotin û kiryarên wan li hevhatî bûn. Ji girtîgeha Amedê heya Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan û yên din êdî agirê dil û evîna wan bû agirê şewitandina mejiyê tije xwîn û xeyalên dîkatorên Enqereyê. Wiha bû ku bingeha wê şoreşa hemû alî temenê xwe dirêj û dawî bi temenê gelek hikûmet û kesên nesax anî.
Ronahiya agirê Newrozê
Hatina Newrozê vê gotina xweş tîne bîra min: “Çile çûye bihar hatiye / dene-dene nar hatiye.“
Newroz di 21‘ê Adarê de, dema ku şev û roj biqasî hevin, destpêka biharê ye. Navê Newrozê, Kaweyê Hesinkar (Asinger) û girtiyên azadiyê bi bîra me tîne ku weke çêbûna çiyayekî hesinîn di navbera kurdan û dagîrkerên Kurdistanê de sal ji salê zêdetir ew çiya mezintir bûye. Cejna ku destpêka ronahî û germahiyê ye û li hemberî wê jî cejna Mêhrigan heye ku destpêka serma û tarîtiyê ye. Li gor zanistê jî ev minasibet xwedî serûkaniya rastiyê ne. Mêhr weke navê rojê jî hatiye û Mîtrayîsim jî navê xwe ji mêhperestî an jî şemsperestiyê digire. Xosrşîd navên rojeke meha Mêhrê ye ku goya di wê rojê de bo cara yekê xora rojê rûyê xwe daye kifş kirin.
Mîtolojiya Newrozê
Newroz rojeke ku li pey derbasbûna 365 rojan weke sedema hevgirtin û li hev nêzîkirina xelkê, çi weke malbat, xizm û kes an jî weke netewe binav dikin.
Li hinek deverên Kurdistanê pêxistina agir di şeva beriya sala nû de ji ber serkeftina Kawayê Hesinkar bi ser Zehak de destnîşan dikin ku pêre jî ciwanek binavê Firêydûn aniye ser textê padişahiya Îranê.
Zanyarê îranî Ebû Rêyhan Bîrûnî (973–1050) di vê mijarê de wiha dibêje: “Di meha Mêhr de Fireydûn zalimê binavê Biyorasp (Zehak) girt û xiste zindanê û cejna Mêhrigan birê xist….“
Kesên weke El-Sialibî jî wiha dinivîsin: “Di heman demaku Firêydûn li dijî Zehak biserket, ew girt û xiste zindanê, ew roj bi roja Mêhr re hev girtin û şahiya wê serkeftinê weke Mêhrecan binav kirin…“
Hinek jêder jî çêbûna van du cejnan bi serkeftina heq û edaletê li hemberî zilim û zora zaliman didin diyarkirin.
Tiştê aşkera ew e ku gelên herêmê ji ber zor û zulma ku di dirêjahiya dîrokê de rastî wan hatiye, heta hinek tiştên efsaneyî jî weke rastiyekê dane diyarkirin.
Di nava misilmana de cejna Qûrban û Remezanê weke sembolên fedakarî û bexşişê ne, cejna yekê meha May weke sembol an jî nîşana xebatê ji bo bêtirkirina rewşa aborî û siyasî li cihanê bi armanca baştirkirina şertên kar û jiyanê ne.
Cejina Newrozê li rex wê hindê ku şahî û xweşiyên demsala biharê bi xwe re tîne, xebera bidawîhatina zivistanê (dawiya kar û rihetiyê) û destpêka biharê (destpêka kar û çalakiyên berfireh) ye.
Mêhrigan destpêka cejna bidawîhatina kar û xebatê û destpêka demsala zivistanê ye ku bi hatina Newrozê re êdî ew jî digihêje dawiya xwe.
Zehak kî ye?
Zehak kurê Merdas di çaxê padişahiya Cemşîd de bûye ku li gor Şahnameya Firdûsî wiha bûye şahê Îranê:“Di serdema ku Cemşîd li deşta Siwara Nîzegozar (Erebistan) mirovekî çê û baş yê binavê Merdas hebûye ku kurekî kirêt lê zîrek û cihangerd hebûye. Navê wî Zehak û jêre Biyorasp digotin. Dibêjin Iblis (Ehrîmen) ew xapandiye û li ser rêya babê xwe bîrek çekir û ew kuşt, pêre jî bû padişah. Bi sedema wê hindê ku padişahê Îranê Cemşîd jî ji Hormoz (Xwedê) vegerîbû û bixwe îdiaya xwedîtiyê dikir, gel û leşkerên wî peywendiya xwe jê dibirîn, Zehak jî ji derfetê sûd distand û ew leşker ber bixwe ve dikişandin. Wî wiha karî Cemşîd neçar bike ku bireve û erdê Îranê xiste bin kontrola xwe… Piştî ku leşkerekî mezin ji îranî û ereban amade kir, vê carê Ehrîmen di kirasê ciwanekî delal de derket pêşiya wî û bû aşpêjê koşka wî. Bi çêkirina xwarinên herî xweş ji goştê ajel û teyran gelekî ji hêla Zehak ve dihate temcîdkirin. Rojekê jêre wiha got:“Çi daxwaza te heye ku bînim cih?“ Wî jî wiha got: “Tenê dawxazeke min heye ku ew jî maçkirina milên te ye…“, Zehak jî ew xwezî pejirand, milên wî maç kirin, piştre jî êdî ji nişkave wenda bû. Du marên reş li cihê maçên Ehrîmen di ser du milên Zehak de derketin ku çiqas ew dibîrîn, ji nûve şîn dibûn….“
Ew efsane di rûpelên Şahnameyê de wiha hatiya dawiyê:“Merhem û dermanên doktoran çare nekirin, Zehak dîn û har, bêqirar û xew mabû. Vê carê Ehrîmen di kirasê doktorekî de hat û wiha got:“Ji xeynî têrkirina du maran bi mejiyê serê du mirovan rêyeke din tine û divê her roj du kes bêne kuştin û xwarinek ji mejiyê wan du kesan bê amadekirin ku mar bixûn.“
Armanca Ehrîmen ji karekî wiha re xelaskirina nifşê mirova li ser rûyê erdê bûye.
Dibêjin piştî ku Cemşîd bi destê Zehak hate girtin û kuştin, hezar salan rojek kêm seltenet kiriye û her rojê du ciwan didane kuştin û mejiyê wan dida marên ser milên xwe.
Zehak mînakek herî naskirî ya dîrokê ye ku jiyana civakê ber bi tarîtiyê û nexweşiyê ve dibe, lê bixwe jî saniyekê di xweşî û aramiyê de nîne. Şirûşta hemû dîktatoran wiha ye. Kesên ku nikarin fikra xwe ji vîrus û nexweşiyan xelas bikin, dikevin rewşên tirajîk û zirareke mezin didin gel. Ew ji aqibeta karê xwe ditirsin.
Du mirovên giraqedir û hêja: Armayêl û Kirmayêl bi armanca tedbîrekê ji bo bidawîanîna vê rewşê diçine koşkê û dibine xizmetkarên Zehak ên karê aşpêjiyê. Êdî wan li cihê kuştina du kesan ciwanek dikuştin û mejiyê wî tevî mejiyê pez weke xwarin amade dikirin û didane du marên ser milên wî. Wan karî wiha her mehê 30 kesan ji mirinê xelas bikin. Ew kes weke karê şivaniyê dişandin çolê heya hejmara wan geha 200 kesan. Îcar weke Firdûsî dibêje nifşê Kurdan ji wan kesane ku wiha xelas bûne:“ Kûnon kurde z an toxmê dared nejad / Ke zi abad nayad bêdêl bereş yad“
Divê bê bi bîranîn ku Firdûsî di çaxê desthilatdariya Sultan Mehmûdê Xeznewî jiyaye û bi nivîsandina vê efsaneyê belkî xwestiye rexne û gazinên xwe jî awayê birêveberiya wî bike. Çimkî Sultan Xeznewî gelek bac û xerac ji cotyar û çîna feqîr distand, her wiha li dijî çîna reweşenbîr û dijberên xwe jî bi dilreqî tevger kiriye. Li vira ye ku em dikarin baştir bi girîngiya karê rewşenbîran di pêvajoyên dîrokî de bihesin.
Reflêks an jî berteka wî li dijî rewşa serdema xwe di kirasê efsaneya Zehak û Kaweyê Hesinkar de aşkera ye.
Du mînakên weke hev
Wekeheviyên zêde di navbera naveroka Şahnameya Firdûsî (940-1020) û Macbeth a Williyam Şakespeare (1564 –1616) de hene.
Qedera Macbeth û Zehak weke heve ku bi awayê rezîlane têne kuştin. Her du jî xwedî rewşeke ruhî a xerab û her du jî ji ber wan cinayetên ku kirine, di nearamî û wehşetê de dijîn.
Şahname di sala 651 zayînî de bi êrîşa ereban û dawîhatina silsileya Sasaniyan tê dawiyê.
Abû L- Qasim Hesen ibin Elî Tûsî Firdewsî an jî Firdûsî (940-1020) Şahname li ser du dewaranên silsileyên Pîşdadiyan û dewrana pehlewanî (paşayê yekê Qûbad) û beşa duyê jî li dîroka rastîn a gelên nava sinorên Îrana dêrîn (Eşkanî û Sasanî) ye ku weke cihwarê jiyana Ariyan tê naskirin.
Jêderên dîrokî hatina Ariyan bo herêmê sedsalên 14-15 didin diyarkirin.
Di Avêsta da havîn weke Hama (Hamîn-Hawîn) û zivistan jî weke Ziyana (Zîsan–Zîstan, Zistan) hatiye binavkirin. Dirêjahiya havînê heft meh û ya zivistanê jî pênc meh û pênc roj hatiye diyarkirin. Evane peyvên zimanê Medane ku carna tê gotin zimanê nivîsîna Avestayê bi bingeha xwe ji wî zimanî ye ku gelek ji wan peyvan di zimanên kurdî û farisî yê îro de jî hene.
Destpêka jiyana gelên herêmê zêdetir bi karê çandinî, ajeldarî û xwedîkirina mer-malata derbasbûye. Ji ber wê jî du demsalên kar û rihetiyê hebûne. Hatina biharê bi cejna Newrozê û ya destpêka zivistanê jî Mêhrigan binav dikirin.
Hinek wekhevî di navbera cejinên Newroz û adetên din yên arî û ewropiyan de hene. D nava kurdan de di dema 13 rojên destpêka biharê de adetek heye ku bi navê Mîrê Newrozî tê îcrakirin. Yanî kesekî bênav û nîşan di wan 13 rojan de dibe hakim û padişa û bi awayê formalîte destûra dide xelkê. Li welatekî weke Almanya jî der karneval und die Fastnaçt hene, tê de karnevalprens tê hilbijartin û bi dema çend rojan de heta diçe îdarên fêrmî yên dewletê (şaredarî, qaymeqamî û hwd) jî û kes rê li ber nagire.
Albanî, Bektaşiyên cihanê ji ber rojbûna H.z Elî, azerbaycanî, kosovayî, gurcistanî, efxanî, belûçî, tacîkî, qezaq û fars bi awayê xwe Newrozê pîroz dikin. Di nava kurdan de jî ew roj behanyeke ji bo daxwazên dadmendiyê.
Bi giştî di Şahnamê de Zehak sembola paşayekî cebar û zalime û Kaweyê Hesinkar û Firêydûn jî sembola şoreşger û edaletxwaziyê ji bo standina mafên wekheviyê ne. Ew cejn an jî şahî ji bo wê tê girtin ku bîranîna Kawayê Hesinkar bê bîra xelkê. Newroza ku bihatina xwe re jiyana xelkê ji şer û tunekirinê rizgar dike.
Serkeftina Kawayê Hesinkar
Kawayê Hesinkar piştî ku ji 18 kurên wî 17 kes bi destê Zehak dibine qurbanî çermê ku weke pêşbend di ber de bûye weke direfşekê bilind dike û diçe ser koşka Zehak ku tevî hemû kes û wezîrên xwe di civînê de bûne. Ew gel li dora xwe dicivîne û wan li dijî Zehak vedixwîne serhildanê. Li wira wî dikuje û Firêydûn dike padişahê Îranê.
Di hinek çîvanok an jî efsaneyên gel de jî pîrozkirina Newrozê bi wê rojê re girê didin ku di şemiya yekê ya meha yekemîn a sala 1767‘an de Hezretî Zerdeşt hatiye dinê. Ew roj jî roja yekê ya buharê bûye. Îranî jê re dibêjin Norozê Cemşidî.
Ji roja yekê a biharê biqasî 13 rojan cejin û şahî ye. 13 hejmareke nebixêr (nehs) e û di wê rojê de xelk diçe derve û derd û êşên jiyanê bixwe re dibine nava çiya, deşt û çeman. Padişahên Sasanî ji sala 471‘ê zayînî Newroz kirin cejneke fêrmî.
Di nava Kurdan de cejinên binavên weke: Cejina Agir ku 50 rojan berya hatina Newrozê bû, Cejina Wehar(di kurdiya goranî de yanî bihar) ku di dawiya demsala zivistanê de û cejna Çarşema Sor (sorî) ku di çarşemiya dawiyê a salê de çêdibû, jî hebûn. Cejnên din jî di nava îraniyan de hebûne ku Tîrgan, Behmengan û Azerexş, lê di nava tevan de tenê Newroze ku maye û hê jî berdewam e.
Bi derbasbûna sedan sala re û gûherandinên siyasî, êrîşên ereban bo ser Kurdistan û Îranê û misilmanbûna xelkê dîsa jî tenê Newroz weke cejneke ne olî maye.
Yanî mayîna Newroz bixwe jî semboleke berxwedanê ye. Çimkî mîna di çaxê Selcûkiyan de zanayên Henefî û Henbelî li Îranê Newroz weke cejna Zerdeştî binav dikirin û heta yasax bû.
Du sedemên sereke yên mayîna Newrozê û bitaybetî jî piştî hatina Îslamê hene:
- Newroz hevçax bûye bi roja jidayîkbûna Hz Elî Ibinê Ebîtalib îmamê yekê yê Şîiyên îslamê. Û ji dema Sefeweyan û şûnde yanî sala 1501‘ê zayînî ku Şah Îsmaîlê Sefewî hate ser desthilatê ji bo hinek armancên siyasî, olî û çandî Şîtî kire ola fêrmî ya gelên nava sinorên Îrana wê demê.
- Di serdema desthilata Sasaniyan de şandina xelatên pîrozkirina Newrozê ji hêla gel ve bo şahên Sasanî bibû erkek ku herkes neçar bû karekî wiha bike. Karekî wiha heta carna bidarê zorê jî dikirin. Xelîfên îslamê jî piştî wan nedikarîn çavpoşiyê li wan xelatên xelkê bigirin. Xelîfên Emewî jî bi taybetî ji ber wan xelatan bi awayekî xweş û dewlemendane Newroz di koşkên xwe de pîroz dikirin.
Encam
Îsla sala 2631‘an kurdî û 2019‘a zayînî ye. Newroz nasnameyeke çandî, dîrok, kevnarî û dêrînbûna netewekê li ser axekê ye ku xwedî sînor e.
Newroz çi di warê xwe yê efsaneyî û dîrokî de an jî weke rê û nîşaneke xebat û şerê li dijî hebûna sîtemên dîktatora ye. Dawiya wê serkeftinê jî dibe aştî û rihetî, ji hev famkirin û hezkirin. Li Kurdistanê çar aliyên:çandî, olî, siyasî û neteweyî di Newrozê de xwedî reng û nasnameya xwe ne.
Newroz pîrek ciwan ku xwedî temenekî şeş hezar salî ye, hebûna wê hebûna çand û jiyanê ye.
Li pey şerê cihanî yê yekê Newroz pirî caran bûye defetek ji bo beyankirina daxwazên siyasî, bidestxistina nasnameya netewî û amadekirina zemîneya çêbûna edaleta civakî û pêşketina demokrasiyê bo gelên azadîxwaz.
Tirsa dagîrkeran ji Newrozê di dereca yekê de li bakur, di dereca duyê li Sûriyeyê û di dereca sêyê li Iraqê tê dîtin. Li Îranê jî ew tirs tim ji kurdan hebû ye, lê ne weke welatên din yên dagirker.
Sala 612‘ê beriya zayînê Medan di bin serkêşiya padişahê xwe yê binavê Kiyaksar (Hovexiştire) bajarê Nînewa paytexta Aşûriyan girtin jêr kontrola xwe. Bi damezirandina Imperatoriya Mad û çêkirina bajarê Hegmetanê weke payûtexta xwe biqasî 120 salan desthiltdariya wan berdewam kir.
Pêşkeftina teknolojî û gûherandina dem û dewrana nabe bibe sedem ku hinek kevneşûpiyên me yên dîrokî ji holê rabin. Newroz me zindî dihêle û gelek kesan xwestin bi çekoşê dîn û olên cûr bic ûr Newroza xwedî temenekî çend hezar salî ji me bistînin, lê ew çûn û Newroza çend hezara salî hê jî di temenê xwe yê nûcwanî û bihêztirbûnê de ye.
Werin em li kêleka danîna sifreya hesftsîn: “Sincêd, Sîr, Sike, Simaq, Sirke, Sêv, Sebze û Sosin“ê, tevî hev di nava sefa, sedaqet, semîmiyet, sebir, sulih, selabet û karên çê de bin.
Bila afirandikarî di hemû waran de hebe û kuştina vîrusên di nava fikir û ramanên me de jî pêngaveke din a jiyana sala nû ya kurdî be.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kakşar Oremar