KASIM ENGİN
Bi mehan e ku grevên birçîbûnê ku ji aliyê Leyla Guvenê ve hatibû destpêkirin li gelek cihên cihanê ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê têne domandin. Grevên birçîbûnê li Tirkiyê û Kurdistana Bakur ji aliyê kesên azadîxwaz û girtiyan ve berdewam dike. Ev çalakî him merheleyeke din nîşan dide him jî tiştên ku divê bên kirin bi awayekî vekirî tîne ziman.
Çalakiyên Leyla Guven û Nasır Yağız di meha 5’emîn de ne. Greva sedan kesan jî ji 3 mehê zêdetir e berdewam e.
Bi kurtasî; Em di nav kêlîyeke dîrokî de ku di nav pêvajoyeke gelek kritik de derbas dibe ne. Çawa tê zanîn ku di vê dema dîrokî de di her kêliyekê de dikare şehadet pêk were. Ciwanekî Çalaker bi navê Zülküf Gezen ku di nav vê çalakiyê de bû, ji bo ku tecrîdê bişkîne û faşîzmê hilweşîne bi destê xwe dawiya jiyana xwe anî û navê xwe di nav şehîdan de nivîsand. Û sibê jî çi bibe ne diyar e.
Di vê rewşa hanê de, an em ê hew temaşe bikin, an em ê bêdeng bimînin an jî em ê ji bo grevên birçîbûnê hin tiştan bikin?
Çalakerek dema sekina xwe îfade dike, bi awayekî xwerexneyî: dibêje “Sucê me bêdengiya me ye”. Yê ku van peyvan serf dike, çalakerekî ku 3 meh e bedena xwe hucre bi hucre razandîye mirinê ye.
Yên ku tê bîra wan dizanin, Mehmet Xeyrî Durmuş dema bedena xwe razan rojiya mirinê ya mezin, di çalakiya xwe ya ku mil bi cûntaparêzên faşîstên 12ê Îlonê danî de li ser doşeka mirinê wiha gotibû; “Eger ez bimrim li ser kêlika gora min, deyndar e.” binivîsin.
Heta yên ku ji bo tecrîda me bişkê bedena xwe radizînin mirinê, bi tevlî ku çalakî li dar dixin jî xwe rexne dikin. Sekina xwe didin pêşandan. Îfade dikin ku, çima heta niha nekirin e, çima heta niha çalakiyên mezintirîn nekirin e û hetta xwe pirsyarî dikin ku çima dereng mane, deyndar mane, sucdar in.
Di vê rewşê de, gelo bêçalakîtiya, bêdengîtiya yên ku li derve ne û ji bo ku çalakî li darxin her keys û fersend di destê wan de heye dikare were qebûlkirin?
Helbet jî Na!
Di kêliyek dîrokê wek agirê de ciwanan, heya ku bêdeng bimînin? Heya ku bêlebat û betal wê bimînin? Heya ku wê bişopînin? Pirsên wisa em dikarin bipirsin. Lê yê esas bersivên ku em bidinê ne. Heke sucê me bêdengmayîn bibe, wê demê divê ji bo ku em werine efûkirin û vê bêdengiyê hilweşînin. Heke ji kevirê tirbê me re weke “deyndar“ naxwazin binivîsînin, ji bo vê divê em bikevin nava livûtevgerê û bi şikandina tecridê re faşîzmê hilweşînin.
Bila were zanîn ku, yên ku îro herî zêde dengên xwe berztir bikin û yên ku herî zêde bikevin çalakiyan ciwan in. Heke ciwanan dengên xwe bilindtir nekin, her cihê cihê çalakiyan nekin, wê demê him ji ciwaniyê derkevin him jî bila were zanîn ku di wateyek rast de nikarin tecrîdê jî bişkînin nikarin faşîzmê jî hilweşînin. Yên ku tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin, yên ku Kurdistana Azad ava bikin sedî sed ciwan in.
Em niha di rojbera Newrozê de ne. Newroz, ji nû ve destpêk e. Tem ji bo ciwanên Kurd ku ciwanên Newrozê ne, wexta ji nû ve destpêkirin e.
Îro li Kurdistanê çeteyên faşîst, mîna kuçikan êrîşê gelê me dikin. Dîsa li her derê xayîn û cehşên xwe ava dikin û tirs didin gelê me. Dîsa bi xayînên xwefirotî û mîna borezana faşîzmê bang didin re dixwazin bi rûmet û hestên gelê me re bileyizîn. Û dîsa li Tirkiyeyê wek rojane bi lînçkirinan ve dixwazin ji gelê me re formatê bikşînin.
Di nivîngek wisa de bêdegmayîna yên ku dibêjin “em ciwan in“ nayê pêjirandin, bêlebatmanên wan nayê pêjirandin.
Lê belê li bajarekî Kurdistanê, li kolanekê bi kêrek re gelek tiştan werine kirin. Bi darikek niftikê ve ji xayîn û cehşan re gelek tişt werine kirin. Li metropolên Tirkiyeyê bi kevirek, bi bizmarek, bi zompek gelek tiştan werin kirinê. Û li quncikên kolanan hijiqandina faşîst an ma pir zor e?
Ev tenê hinek ji şêwazên çalakiyê ne; her ciwan dikare gelek cureyên çalakiyê peyda bikin. Mezinahî an jî piçûkahiya çalakiyê ne girîng e. A ku girîng deng derxistin e. A ku girîng li ba hevalên berxwedêr û ketine grevê bûyîn e.
Em dîsa bêjin; sucê me bêdengmayîn e. Em vê bizanibin û sucên xwe kêmtir bikin, xwe bidin efûkirin; bi vê wesileyê em bang li tevlîbûna ciwanên Newrozê dikin.